Çalakiya mertalên zindî li Kobanê jî berdewam e

Konê çalakiya mertalên zindî ya şeniyên kantona Kobanê li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 15‘an de dewam dike.

Çalakiya mertalên zindî li Kobanê jî berdewam e
Çalakiya mertalên zindî li Kobanê jî berdewam e
Çalakiya mertalên zindî li Kobanê jî berdewam e
Çalakiya mertalên zindî li Kobanê jî berdewam e
Çalakiya mertalên zindî li Kobanê jî berdewam e
1 ÇILE, 2019   16:25

KOBANÊ

Konê çalakiya mertalên zindî li kantona Kobanê ku li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gundê Qermox ê rojhilatê bajarê Kobanê hatibû venda û paşê veguhestin navenda bajarê Kobanê di roja 15‘an de berdewam e.

Tevî şêniyên kantonê nûnerên partiyên siyasî serdana kon kirin.

Di bin kon de ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Li ser navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Azad Osos axivî û bal kişand ku şoşrea Rojava û Bakurê Sûriyeyê şoreşa biratiya gelan e û gefên Tirkiyê yên li ser herêm bi bîr xist û wiha domand: "Gefên dewleta Tirk ne tenê gelê Rojava, lê belê di heman demê de hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef, armanca dewleta Tirk ji van gefan biratiya gelan ji hev bixin. Bila her kes nas bike ku em ê bi hemû hêz û derfetên xwe li hemberî gefan bisekinin û rê nadin wan ku biratiya gelan têk bibin."

Oso di dawiya axafina xwe de got, şoreşa Rojava ne şoreşeke hêsanê şoreşek bi fikir û felesefeyan hatiyê avakirin û bang li gelê herêmê kir ku têkoşîna xwe xurt bikin û li hemberî êrîşên muhtemel bisenin..

Her wiha li ser navê Partiya Demokaratîk a Kurde li Sûriyê Gêlo îsa jî axivî û got: "armanca gefên dewleta Tirik ew e ku şerê pîskolojîk li hemberî me bimeşîn, dibêje ku ew ê gelê Kurd li her deverê tine bike, lê Erdgoan nikare yek gotineke xwe pêk bîne, ji ber ku hêza û îradeya gelê me xurtire û  ta ku şervanên me û QSD`ê hebin tu kes nikare êrîşî me bike."

Tê zanîn ku di bin konê çalakiyê de rojanê moral, huner, nîqaş û nêrînên gel tên dayîn.

(sn/şm)

ANHA