Berdevka Pentagonê jî îstifa kir

Berdevka Wezareta Parastinê ya DYA’yê Dona Whîte ragihand ku ji rêveberiya Trûmp îstifa kiriye.

Berdevka Pentagonê jî îstifa kir
1 ÇILE, 2019   12:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Pentagonê Dana Whîte li ser Twîtterê daxuyanî da û got; “Hemû fersendên ku vê rêveberiyê dane min, desteka hemû sivîlan, endamên servîsê û Wezîrê Parastinê Mattîs bi nirx dibînim.”

Beriya Whîte, Wezîrê Parastinê yê DYA’yê James Mattis û Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê Bret Mcgurk îstifa kiribû. Mattîs û Mcgurk piştî biryara vekişîna ji Sûriyeyê ya Serokê DYA Donald Trûmp îstifaya xwe dabûn.