James Mattis: Divê em bi hevalbendên xwe re durist bin

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê îstîfakirî James Mattis ji artêşê re nameyek nivîsî û tê de got divê bi awayekî dirust bi hevalbendên xwe re bin. Her wiha diyar kir ku ew li dijî vekişîna ji Sûriyê ye.

James Mattis: Divê em bi hevalbendên xwe re durist bin
1 ÇILE, 2019   12:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê James Mattis ê ku îstîfakirî di roja xwe ya dawî de li Pentagonê de nameyek ji artêşa Amerîkayê re nivîsî û tê de diyar kir ku divê bi awayekî rasteqîn bi hevalbendên xwe re bin.

James Mathis diyar kir ku li Washingtonê tevliheviyeke siyasî heye, lê ji artêşê xwest ku bi erka xwe rabin, piştevaniya destûrê û parastina rêbaza jiyana xwe bikin û wiha got: "Wezareta me di dijwartîn deman de teqez kiriye ku dikarin bi erka xwe bi awayekî berztir rabin. Lewre divê hûn cihê baweriya welêt biparêzin, li rex hevalbendên xwe bin û li hember dijmin tê bikoşin.”

Di hefteya borî de serokê DYE'yê Donald Trump gotibû ew ê wezîrekî nû li şûna James Mattis erkdar bikin. Piştî daxuyaniya Trump, Patrick Shanahan roja sêşemê li şûna Mattis wek wezîrê parastinê yê nû hate erkdarkirin.

(ekîb)