Li herêmên bêçek topbaran didome

Li herêmên bêçek di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de topbaran didome.

Li herêmên bêçek topbaran didome
1 ÇILE, 2019   11:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên bêçek di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de şer û topbaran didome.

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku ji şeva Duşemê de herêmên gundewarên bajarê Cisir El-Şixûr ê gundewarên rojavayê Idlibê, herêmên El-Letamne, El-Cîsat ê gundewarên bakurê Hemayê û Qestûn, El-Ziyare yê gundewarên bakurê rojavayê Hemayê tên topbarankirin.

Hêzên rêjîma Sûriyê deverên li Xelse, El-Hemîra yên gundewarên başûrê Helebê, hindek aliyên gundewarên bakurê Laziqiye topbaran kirin.

Ajansa Sana ya girêdayî rêjîma Sûriyê diyar kir ku yekîneyên artêşa Sûriyê yên li gundewarên bakurê Hemayê derbeyên giran li tevger û navendên komên terorîst dan û ev yek di çarçoveya binpêkirinên li herêmên bêçek ên li Idlibê pêk hatiye.

Li gorî Sanayê hêzên rêjîmê yekser derbe li navend û cihên belavbûna terorîstên bi navê "El-Hizib El-Tirkistanî" ên li gundê Qestûn ê Sehil El-Xab ê gundewarên bakurê rojavayê Hemayê ku bi sedan çeteyên biyanî tê de ne, dan.

Her wiha navendê diyar kir ku komên terorîst ên gundewarên bakurê bajarokê El-Letamne taxên bajarê Miherde topbaran kirin û di encama wê de 2 sivîl birîndar bûn û hindek zerarên madî di malên sivîlan de çêbûn.

(bx)