Kurdistaniyên li Lubnanê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin

Kurdistaniyên li Lubnanê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar kirin û daxwaza azadiya wî kirin, her wiha destnîşan kirin ku armanca Tirkiyê şikandina vîna gelê Kurd e.

Kurdistaniyên li Lubnanê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
1 ÇILE, 2019   11:13

BEYRÛT

TEV-DEM û Kongreya Star li Lubnanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û dê rojekê dewam bike, çalakî ji bo tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û teqez kir ku ew ê heta rizgarkirina wî ji zindana Îmraliyê, çalakiyên xwe dewam bikin.

Çalakî li navenda Weqfa Newroz bi beşdarbûna bi dehan kurdistaniyên Lubnanê hate lidarxistin. Cihê çalakiyê bi wêneyên Ocalan û al û sembolên Kurdan hate xemilandin.

Çalakî bi sînevîzyonekê ku Ocalan tê de behsa doza Kurdan û rêyên pêkanîna azadiya gelên bindest dike, dest pê kir.

Paşê endama rêveberiya TEV-DEM`ê Şervîn Cûdî çalakiya grevê silav kir. Şervîn destnîşan kir ku çalakiya parlamentera Kurd Leyla Guven ji bo daxwaza azadiya Ocalan û rakirina tecrîdê, kete roja 53’yan. Şervîn da zanîn Tirkiyê bi rêya siyasetên xwe dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne.

Çalakî bi silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Leyla Guven dewam dike.

(jo)

ANHA