Li Tokyoyê erebeyekê li sivîlan da: 10 birîndar

Di şahiya sersalê ya li Tokyoyê de erebeyekê li komeke mirovan da û di encamê de 10 kes birîndar bûn û ji wan rewşa 2 kesan giran e.

Li Tokyoyê erebeyekê li sivîlan da: 10 birîndar
1 ÇILE, 2019   09:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sputnik ragihand ku bûyer li herêma Haragoku ya turîstîk a li nêzî paytexta Japonyayê Tokyoyê qewimî û di encamê de 10 kes birîndar bûn û 2 ji wan jî birînên xwe giran in.

Her wiha ajansa CBC a Amerîkayê li ser navê berdevkiya polêsan got kesê “ev karê terorîst kiriye” girtine û temenê wî 20 salî ye.

Polêsan ji bilî van agahiyan tu agahî nedan hetanî lêpirsîn diqede.

(ekîb)