Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate redkirin

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina mûwekîlên xwe cara 777’an ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa ve hat redkirin.

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate redkirin
1 ÇILE, 2019   10:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Huseyîn Bogatekîn û Cengîz Çîcek ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 777’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa serlêdana parêzeran red kir.

Serlêdana parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an û vir ve her tim bi îdîaya “muxalefeta hewayê heye" “keştî xerab ye ",“keştî di tamîrê de ye" “OHAL”  û "Rastî cezayê dîsîplinê hatiye" tê astengkirin.