El-Beşîr biryara avakirina komîteyeke lêkolînê da

Serokê Sûdanê Emer El-Beşîr şevê din biryarek derxist ku komîteyek were avakirin da ku der barê bûyerên dawîn ên li welatê wan çêbûn de lêkolînê bike.

El-Beşîr biryara avakirina komîteyeke lêkolînê da
1 ÇILE, 2019   09:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Sana ya Sûdanê, serokê Sûdanê Emer El-Beşîr şevê din biryarek derxist ku komîteyeke lêkolînê were avakirin da ku der barê bûyerên dawîn ku li welat bi serkêşiya wezîrê dadê Molana Mihemed Ehmed Salim çêbûn de, lêkolînan bike.

El-Beşîr di salvegera 63`yan a serxwebûna welatê xwe de diyar kir ku dê pereyên xebatkaran werin zêdekirin û alîkariya kesên xizan bikin. Her wiha destnîşan kir ku diyalogên cidî çareseriya hemû nakokiyan in.