Konê çalakiyê di roja 15`emîn de didome

Konê çalakiyê di roja xwe ya 15’emîn de dewam dike. Di bin konê çalakiyê de gel û endamên saziyan rojên xwe li gel sir û sermaya zêde jî bi moraleke bilind derbas dikin.

Konê çalakiyê di roja 15`emîn de didome
Konê çalakiyê di roja 15`emîn de didome
Konê çalakiyê di roja 15`emîn de didome
Konê çalakiyê di roja 15`emîn de didome
Konê çalakiyê di roja 15`emîn de didome
Konê çalakiyê di roja 15`emîn de didome
1 ÇILE, 2019   09:40

KOBANÊ

Dewlata Tirk a dagirker di van demên dawî de gefên xwe li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyê zêde kirin. Ji ber wê jî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabûn ser pêyan û dest bi çalakiyên xwe kirin.

Şêniyên Kobanê konê çalakiyê 17’ê Kanûnê, li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li gundê Qeremox ê li rojhilatê bajarê Kobanê vedan. Kon 10 rojan li wir dewam kir. Berî 5 rojan şêniyan kon ji gundê Qeremox veguhestin bajarê Kobanê. Kon li ber navenda HPC`ê hate vedan.

Konê çalakiyê her roj heta saet 19.00’an dewam dike û her rojekê saziyek û bi dehan welatiyên Kobanê tev lê dibin.

Îro jî endamên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Komîteya Perwerdeyê, Desteya Jinan û bi dehan ciwan, jin, kal û pîr beşdarî konê çalakiyê bûn.

Piştî axaftinan şanoyek û stran ji aliyê Koma Botan ve hatin pêşkêşkirin.

Konê çalakiyê bi dayîna semîneran dewam dike û rojane gel tev li kon dibe da ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û dibêjin ew ê têkoşîna xwe xurttir bikin.

(hh)

ANHA