Eniya Piştgiriya Efrînê wê dest bi çalakiyan bike

Eniya Piştgiriya Efrînê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir. Li gorî agahiyên dane, wê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê konferansekê li lidar bixin û çend çalakiyên din pêk bînin.

Eniya Piştgiriya Efrînê wê dest bi çalakiyan bike
1 ÇILE, 2019   09:02

NAVENA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê şandeyek ji Eniya Piştgiriya  Efrînê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê kir. Şande ji aliyê Hevserokê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Dr. Cewîdan Hesen û çend endamên din ên nûnertiyê ve hate pêşawazîkirin. Di hevdîtinê de rewşa Rojavayê Kurdistanê hate nirxandin.

Şandeya Eniya Piştgiriya Efrînê ji 14 kesan pêk dihat, di nav de mamostayên zanîngehê, rewşenbîr, nivîskar û parlamenter hebûn. Enî dema êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî Efrînê hatin destpêkirin, li Başûrê Kurdistanê hate avakirin.

Endamê  Eniya Piştgiriya Efrînê Cebar Mihemed têkildarî armancên eniyê ev agahî dan:"Wê ev enî tenê bi Silêmaniyê re sînordar nemîne. Em ê kom bibin û kar li ser rêze çalakiyan bikin. Em ê serdana konsolosxaneya Amerîka bikin. Em ê raporekê li ser binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê pêşkêş bikin."

Cebar Mihemed eşkere kir ku biryar dane di demekî nêzîk de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û dagirkeriya dewleta Tirk konferansekê lidar bixin û got:"Tişta ku li ser Rojavayê Kurdistanê pêk were, wê li ser parçeyên din jî pêk were. Ji bo mijarên konferansê em ê çend komîsyona ava bikin, da ku serdana aliyên siyasî bikin.”