Trump dema vekişandina ji Sûriyê heta 4 mehên din dirêj kir

Rojnameya New York Times diyar kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump dirêjkirina dema vekişandina artêşa Amerîkayê ji Sûriyê heta 4 mehan erê kir.

Trump dema vekişandina ji Sûriyê heta 4 mehên din dirêj kir
1 ÇILE, 2019   09:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya New York Times teqez kir ku di serdana dawîn a Trump a Iraqê de, bi awayekî veşartî bi fermandarê çalakiyên leşkerî li dijî DAIŞ`ê Paul Lacamira re axiviye û behsa dirêjkirina dema vekişandina hêzên Amerîkayê kiriye.

Donald Trump soz da ku heta çend mehên din leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê derkevin.

Beriya demekê Donald Trump ragihandibû ku dê hêzên wan hêdî hêdî ji Sûriyê derdikevin.

Her wiha senator Lindsey Graham ji CNN’ê re axivî û wiha got: "Ez bawer dikim ku em ê hêdî hêdî ji Sûriyê derkevin, dema ku ji Sûriyê derkevin divê em bigihîjin wê baweriyê ku êdî DAIŞ venagere."

Di 19`ê Kanûnê de, Mala Spî ragihand ku Amerîkayê dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kir.