Radyo Rojava li ser Nilesatê jî dest bi weşanê kir

Radyo Rojava FM ku 10`ê Îlona 2018`an piştî êrîşa li Qereçoxê careke din dest bi weşana xwe kir, li ser peyka Nilesatê jî dest bi weşanê kir.

Radyo Rojava li ser Nilesatê jî dest bi weşanê kir
1 ÇILE, 2019   08:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Radya Rojava ku yek ji berhemên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û li çiyayê Qereçoxê weşan dikir, di sala 2017`an de rastî êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker hat. Di encamê de 3 xebatkarên wê şehîd bûn.

Piştî êrîşê, ji bo vekirina radyoyê careke din gelek ked û xebat hate dayîn. Di 10`ê Îlona 2018`an de  Radyo Rojava careke din dest bi weşanê kir.

Li gorî navenda Radyo Rojava, radyo li ser 2 pêlan weşanê dike. Pêlên xwe wiha ne: Pêla 89.4 li van bajaran dikşîne; Dêrik, Rimêlan, Çilaxa, Tirbespiyê û heya herêmên sînor ên bakur û başûrê Kurdistanê.

Pêla duyemîn û ya nû jî wiha ye: 96.5 û li van bajaran dikşîne; Hesekê, Şedadê, Dêrazorê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Serêkaniyê û heya Eyn Îsa.

Di heman demê de, piştî kedeke mezin êdî Radyo Rojava li ser peyka (satelayt) Nilesatê bi frekansa 12687 H 27500 weşana xwe dike.

(kc)

ANHA