‘Li hember êrîşan biryara me berxwedan e’

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê got li hember gefên dagirkirinê wan biryara berxwedanê daye û piştgiriya xwe ya bi hêzên xwe yên leşkerî anîn ziman ku herêm ji terorê rizgar kirine.

‘Li hember êrîşan biryara me berxwedan e’
1 ÇILE, 2019   06:55

HESEKÊ

Girêdayî gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman û got ew gefan red dikin û amade ne herêmên xwe ji êrîşên muhtemel biparêzin.

Şêniyê bi navê Ehmed Îbrahîm wiha got: "Wek gelê Bakurê Sûriyê dema êrîşên li ser Kobanê, Serêkaniyê û deverên dîtir me herêmên xwe parastin û ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin. Em niha jî teqez dikin ku em ê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG, YPJ‘ê re li xendekên şer li ber xwe bidin."

Îbrahîm teqez kir ku parastina welat erkek e ji her kesî tê xwestin û wiha pê de çû: "Wekî çawa me çeteyên DAIŞ‘ê ku desteka xwe ji Tirkiyê digirt, têk birin em ê gefên Erdogan jî têk bibin."

Masûm Ehmed ji aliyê xwe ve anî ziman ku şêniyên navçeya Dirbêsiyê li hember êrîşên li ser herêmên wan, biryara berxwedan û têkoşînê daye.

Her wiha Îbrahîm Sado jî bal kişand ku gefên Tirkiyê li ser herêmê di demekê de ku temenê DAIŞ‘ê li herêmê xilas dibe û aramî pêk tê, hatin kirin.

Ji aliyê xwe ve Izedîn Şerîf jî wiha axivî: “Wek şêniyên navçeya Dirbêsiyê em ê li hember gefên Erdogan bisekinin, ger êrîş li ser herêmê werin kiri, em ê bê deng nemînin û li hember wê bisekinin.”

Şerîf ji partiyên siyasî xwest bi yekrêzî bisekinin û gefên li dijî herêmê red bikin.

Welatiyê bi navê Comerd Yûnis anî ziman ku gefên Erdogan bandorê li wan nake  û wiha got: "Erdogan her demekê dibêje ew ê êrîş bikin û gefan dixwe, lê ev hemû derew in." 

Hekîm Ehmed anî ziman ku ew ji daxuyaniyên Erdogan ku dibêje ew ê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar bikin bi sosret ma û wiha got: "Ez ji gundê Xatûniyê yê navçeya Dirbêsiyê me, hatim bajêr ji bo ku xwaringehekê vekim, ji ber ku herêm ewle û aram e. Erdogan bi gefên xwe armanc dike komkujiyan li ser gelê me bike, wekî li Efrînê dike”

Her wiha mela Mehmûd Şêxê jî wiha axivî: "Erdogan bi navê îslamê gelek komkujiyan dike. Erdogan wekî Osmaniyan hewl dide axa me dagir bike, lê belê em gefên Tirkiyê napejirînin."

(dh)

ANHA