Li Çewlikê erd hejiya

Li navçeya Çermê ya Çewlikê bi pileya 4.3 erd hejiya.

Li Çewlikê erd hejiya
1 ÇILE, 2019   06:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Serê sibê saet 05:09’an li navçeya Çermê ya Çewlikê ya Bakurê Kurdistanê li gorî pîvana Rîchter bi pileya 4.3 erd hejiya. Erdhej 5 kîlometre binê erdê pêk hat. Têkildarî encamên erdhejê agahî nehatin bidestxistin.

Rasathaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî û Enstituya Lêkolînkirina Erdhejê ragihand ku navenda erdhejê navçeyên Şenkoy û Çermê ye û erdhej bi pileya 4.3, 5 kîlometre binê erdê  çêbûye.