Serokeşîrên Minbicê: Kesên li derve diaxivin nûnertiya me nakin

Serokeşîrên Minbicê gefên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin û diyar kir ku kesên li derveyî bajarê Minbicê nûnertiya wan nakin.

Serokeşîrên Minbicê: Kesên li derve diaxivin nûnertiya me nakin
1 ÇILE, 2019   07:04

MINBIC

Nerazîbûnên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmê zêde dibin. Şêxên eşîrên bajarê Minbicê gefên dagirkeriya Tirkiyê red kirin û got tekane kesên ku nûnertiya wan dikin, şêniyên Minbicê bi xwe ne û li Minbicê ne.

Şêxê eşîra Benî Seyîd, Îbrahîm El-Şilaş têkildarî mijarê wiha got: "Her kesê ku bi navê eşîrên Minbicê diaxive û li derveyî Minbicê tenê nûnertiya xwe dike û nûnertiya tu eşîran nake û nayê hezkirin.”

El-Şilaş bang li eşîreyên bajarê Minbicê kir ku li hember gef û êrîşên ku ewlehiya Minbicê dike hedef, yekitiya xwe xurt bikin.

Hemîd El-Cedan şêxê eşîra Bobena ji aliyê xwe ve wiha got: "Em li bajarê xwe bi hev re di nava aramî û ewlehiyê de dijîn. Em gefên ku ewlehî û aramiya herêmên me dikin hedef, qebûl nakin."

Hemîd El-Cedan anî ziman ku şêx û eşîrên ku nûnertiya wan dikin li bajarê Minbicê ne û kesên li derve bi navên wan diaxivin nûnertiya wan nakin.

Hemîd El-Cedan di dawiya axaftina xwe de bang li kesên li derveyî Minbicê kir ku bila vegerin warê xwe û got biratiya gelan a li Minbicê dê li hemberî êrîşan bibe hêz.

ANHA