Şêniyên bajarê Reqayê sala nû pîroz dikin

Şêniyên Reqayê sala nû ya mîladê pîroz kirin û hêvî kirin ku bibe sala aştî û aramiyê li tevahî herêmê.

Şêniyên bajarê Reqayê sala nû pîroz dikin
31 kanûn, 2018   19:05

EMAR EL-XELEF /REQA

Komîteya Ciwan û Werzîşê bi munasebeta sala nû şahiyek li parka El- Bistan a li kolana Haşim Bin Ebd El-Melik a navenda bajêr li dar xistin. Şahî bi taybet ji bo zarokan hat lidarxistin. Di şahiyê de lîstok û pêşbirk hebûn.

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Enwer El-Ehmed hêvî kir ku sala nû bi kêfxweşî û aramî li ser şêniyên herêmê re derbas bibe.

Zaroka bi navê Sîdra Osman daxwaz kir ku bajerê Reqayê weke berê vegere û bibe wargeha çand, huner û zarokên Reqayê kêfxweş û dilşad bin.

ANHA