Şervanên QSD‘ê bersiva êrîşên çeteyan dan

Şervanên QSD‘ê êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê li eniyên gundên Kehadî û Beqan ên bajaroka Hecînê şikandin.

Şervanên QSD‘ê bersiva êrîşên çeteyan dan
31 kanûn, 2018   19:28

DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku jêderekî  leşkerî ji bajaroka Hecînê dane me,  çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên giran êrîşî gundên Kehadî û Beqan ên başûrê rojhilatê Hecînê kirin.

Heman jêderî destnîşan kir ku  êrîşên çeteyan rastî bersiveke tund ji aliyên şervanên QSD‘ê ve hatin.

Êrîşên çeteyan berdewam in.