Zarên şehîdan: Sala nû wê bibe sala rizgarkirina Efrînê

Zarên şehîdan ên kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê gotin, sala 2019‘an wê bibe sala rizgarkirina Efrînê.

Zarên şehîdan: Sala nû wê bibe sala rizgarkirina Efrînê
Zarên şehîdan: Sala nû wê bibe sala rizgarkirina Efrînê
Zarên şehîdan: Sala nû wê bibe sala rizgarkirina Efrînê
Zarên şehîdan: Sala nû wê bibe sala rizgarkirina Efrînê
31 kanûn, 2018   18:45

ŞEHBA

Zarên şehîdên Efrînê li kantona Şehbayê bi wesîleya sala nû li goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê ya kantona Şehbayê kom bûn û çalakiyeke li dar xistin.

Bi sedan malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Komên girêdayî Yekitiya Hunermendên Efrînê hin kilam li ser berxwedanê Efrînê gotin, du endamên Yekitiya Rewşenbîran helbest xwendin, endaman helbestên xwe diyarî şehîdaên berxwedanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Paşê bi findan "Efrîn an Efrîn" li ser gorên şehîdan nivîsandin.

Zarên şehîdan daxuyanî dan. Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Ferîda Nesan ve û bi zimanê Kurdî ji aliyê keça şehîd Zagros Silava Seydo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Em di pêvajoyeke dîrokî û çarenûsî re dijîn, em îro saleke bi bûyerên girîng û xeter erênî û neyînî dagirtî oxir dikin. Di bîranên dîrokê de me berxwedaniyên bêhempa tomar kirin, ji bo mirovahiyê me mişeleya fedayetî û serkeftinê vêxistin, her wiha me hêviyên azadiyê û rêgeza biratiya gelan pêş xistin. Bi saya felsefeya Rêber Apo îradeya gelan bû hêza avakirina pêşerojeke azad û demokratîk. Her wiha bi rêya şoreşê xwe me rêgezên rêxistina civakê û parastina xweser û bilindkirina nirxên mirovî û civakî pêk anîn ku bibe ji tevahî gelên Rojhilata Navîn re bibe modêl.

Herêm ji sala 1990‘î de rastî mudaxeleyên derve ji aliyê dewletên cîhanî ve tê. Mudaxeleyên derve di serî de kesayeta Rêber Apo kir hedef,  bi dûrxistina  gel ji rêbertî xwestin gel lewaz bixin.

Di vê pêvajoya hestiya de planên tecrîda girankirî ya li dijî rêbertî didome. Li gel vê jî operasyonên mêtîngerî li herêmên me berdewam in. Derdê wan a sereke berjewendiyên xwe yên kesayetî pêk bînin, ji aloziya Sûriyê ya 2011‘an li Sûriyê sûd wergertine û hewl didin bi siyasetên xwe yên qirêj projeya demokratîk têk bibin û kiryarên xwe yên mêtîngerî pêk bînin.

Dagirkirina Efrînê xelek ji xelekên bi şerm e ku li cîhanê rû da ye. Efrîn bi rêya komployeke navdewletî ji aliyê hêzên tarî û serokên wê yên AKP‘ê hate dagirkirin û kiryarên ne mirovî li hemberî sivîlan hatin kirin. Dewleta Tirk ku serkêşiya fikrê tarî dike dijminahiya xwe ya li hemberî kurdan de didomîmin. Palanên hêzên dijber ji roja yekemîn ve rastî berxwedaniyeke mezin hatin ku cîhan û dijmin matmayî hişt hat.

Li ser vê esasî em bi giyanekî bilind û berxwedaneke ji pola saleke nû pêşwaz dikin, me sala 2019‘an rizgarkirina Efrînê daye ber çavê xwe. Ji Efrînê re serkeftin û ji Rêberê mirovahiyê Apo re azadî."

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

ANHA