Şehîdên meha Kanûnê yên Minbicê li ser gora xwe hatin bi bîranîn

Cangoriyên meha Kanûnê yên Minbicê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan hatin bi bîranîn.

Şehîdên meha Kanûnê yên Minbicê li ser gora xwe hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê yên Minbicê li ser gora xwe hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê yên Minbicê li ser gora xwe hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê yên Minbicê li ser gora xwe hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê yên Minbicê li ser gora xwe hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê yên Minbicê li ser gora xwe hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê yên Minbicê li ser gora xwe hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê yên Minbicê li ser gora xwe hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê yên Minbicê li ser gora xwe hatin bi bîranîn
31 kanûn, 2018   17:36

MINBIC

Merasîmê bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate lidarxistin. Bi dehan endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên Erka Xweparastinê beşdarî merasîmê bîranînê bûn.

Merasîm bi turana leşkerî ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Dîbai aixvî û got: "Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li hemberî rêxistina DAIŞ‘ê şerê giran kirin, hêzên tarî hatin warê me da ku ronahiya fikr, şarestanî û çand bitefînin, texmîn kirin ku gelê Minbicê wê ji bo wan pariyeke hesan be û daqurtînin."

Cîgira Hevserokatiya Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Şêrîhan Çawîş destnîşan kir ku şehîd li hemberî terorê berxwedaniya efsanewî xêz kirin. Şêrîhan soza şopandina xeta şehîdan û parastina destkeftiyan dan.

Bavê şehîd Reşo, Ehmed Reşo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ew bi şehadeta zarên xwe serbilind in û dê heya dawiyê şopdarên xeta wan bikin.

Di dawiya merasîmê de beşdaran find li ser gorên şehîdên pêxistin.

ANHA