Zarokên Efrînê sala nû pîroz kir

Ji bo zarokên Efrînî yên li kantona Şehbayê şahiya serê salê hatin lidarxistin.

Zarokên Efrînê sala nû pîroz kir
Zarokên Efrînê sala nû pîroz kir
Zarokên Efrînê sala nû pîroz kir
Zarokên Efrînê sala nû pîroz kir
31 kanûn, 2018   17:45

ŞEHBA

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Efrînê bi wesîleya sala nû şahiyeke ji bo zarokên Efrînê re yên li Şehbayê lidar xistin.

Şahî bi koordîneya Tevgera Çand û Hunerê li dibistana Şehîd Kendal a seretayî ya gundê Babnis û zarokên li kampa Serdemê hatin lidarxistin.

Di şahiyê de darên zeyûtnan û merx hatin xemilandin her wiha  balon li zarokan hatin belavkirin. Zarokan jî cil û maskên Baba Neol li xwe kiribûn.

Di şahiyê de stran, dîlan, helbest û şano hatin pêşkêşkirin û pêşbirk di navbera zarokan de hate lidarxistin.

Endama Yekitiya Xwendekaran a Kantona Efrînê Ruqeya Mûsa bixêrhatina beşdaran kir û salan nû pîroz kir.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranên filklorî yên Efrînî bi dawî bû.

ANHA