Çalakgerên Girê Spî hêvî kirin ku sala nû bibe sala aştiyê

Çalakgerên kantonê Girê Spî di roja 18‘an de ji çalakiyê hêvî kirin ku sala nû bibe sala aramî û aştiyê ji bo tevahî Sûriyê.

Çalakgerên Girê Spî hêvî kirin ku sala nû bibe sala aştiyê
Çalakgerên Girê Spî hêvî kirin ku sala nû bibe sala aştiyê
Çalakgerên Girê Spî hêvî kirin ku sala nû bibe sala aştiyê
Çalakgerên Girê Spî hêvî kirin ku sala nû bibe sala aştiyê
Çalakgerên Girê Spî hêvî kirin ku sala nû bibe sala aştiyê
Çalakgerên Girê Spî hêvî kirin ku sala nû bibe sala aştiyê
31 kanûn, 2018   17:33

GIRÊ SPÎ

Çalakiyên konvendaê ya kantona Girê Spî bi beşdarbûna bi dehan kesî di roja 18‘an de didome.

Di çalakiyê de ji bo sala nû şahiyek hate lidarxistin û şêranî hate belavkirin.

Di çalakiyê de Hesveroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl, endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Newres El-Behr û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Îsmaîl Qewas axivîn. Kesên axivîn hêvî kirin ku sala nû bibe sala aramî û aştiyê ji bo tevahî Sûriyê.

Her wiha girîngiya hevgirtinê li hemberî gefên dagirkeran hate kirin, di serî de dewleta Tirk ku dixwaze tevlihiviyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de derxîne.

Di dawiyê de dayikên şehîdan şêraniya sala nû li beşdaran belav kirin.

ANHA