Li Efrînê, belgekirina binpêkirinên dewleta Tirk

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê binpêkirinên xwe û pêkanîna sûcan zêde dikin. Efrîn, li gorî herêmên Sûriyê bi taybet li Bakurê Sûriyê di dijwartirîn rewşan ji aliyê ewlehî, civakî, aborî, çandî û guhertina demografîk re derbas dibe.

Li Efrînê, belgekirina binpêkirinên dewleta Tirk
Li Efrînê, belgekirina binpêkirinên dewleta Tirk
Li Efrînê, belgekirina binpêkirinên dewleta Tirk
Li Efrînê, belgekirina binpêkirinên dewleta Tirk
Li Efrînê, belgekirina binpêkirinên dewleta Tirk
31 kanûn, 2018   08:38

EFRÎN

Ev nêzî 10 mehan e, kantona Efrînê di rewşeke trajedîk re ku hemû pîvanên navdewletî û mafên mirovan tên binpêkirin, derbas dibe. Ji destpêka dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê ve kantona Efrînê di 18'ê Adarê de şêniyên kantonê yên ku ji bajarê wan hatine derxistin û yên ku li Efrînê mane, ji binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nefilitîn.

Kuştin û revandin

Li gorî agahiyên binpêkirinê yên ku hatine belgekirin, li kantona Efrînê bûyerên kuştin û revandinê roj bi roj zêde dibin. Ji roja dagirkirinê heya niha nêzî 3 hezar kes hatine revandin û bi dehan şêniyan xeber jê nayê wergirtin.

Şêniyê bi navê Mihemed Reşîd Henîf Ehmed (45) ji malbata Zengel e û ji gundê Qurnê yên navçeya Bilbilê ye. Kargeha xwe ya guvaştina zeytûnan li gundê Qestel Miqdad hebû. Çeteyên dewleta Tirk ew li ber kargeha wî gulebaran kir, Mihemed hat qetilkirin û kesekî nasnameya wî nehat zanîn jî hat birîndarkirin.

Ji aliyekî din ve çeteyan bi ser mala welatiyê bi navê Faris li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê de girt, îşkence li wî kirin û milkên wî talan kirin. Faris jî ji şêniyên gundê Meimila yê girêdayî herêma Raco ye.

Dorpêçkirina gundekî û revandina 12 sivîlan

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Kefer Rûmê yê navçeya Şera dorpêç kir. Ji ber ku çeteyên Tirk her tim bi ser malan de digirin û gel direvîne, piraniya şêniyên gund neçar mane ku ji gundê xwe derkevin.

Çeteyên Tirkiyê nobet li gund girtin, qedexeya derketina kolanan ferz kirin da ku şênî ji mal dernekevin. Her wiha çeteyan ji kesên ku ji herêmên din ên Sûriyê hatine herêma Efrînê, dixwazin pêwîstiyên jiyanî bi nirxên pir buha bifiroşin şêniyên gund.

Di encama serdegirtina malên gundiyan de 12 sivîl hatin revandin û navên hindek ji wan wiha ye: Ehmed Hemîd, her du bira Ednan û Mihemed Misto, Mihemed Cafo û jina temenmezin Dinya Xanim. Çeteyan kesên ku revandin îşkence lê kirine û hindek ji wan jî piştî 100 hezar lîreyên Sûriyê bertîlê berdane. Lê piştî demeke kin dîsa ew revandine.

Her wiha çeteyan tevahiya milkên şêniyên gund ji amûrên malan bigire heya alavên çandiniyê û amûrên kehrebeyê talan kirine.

Îstasyona bendava Meydankê hat wêrankirin û talankirin

Li aliyê din jî kirinên talankirin û wêrankirinê jî berdewam dikin. Dema ku çeteyên dewleta Tirk Efrîn dagir kir, binesaziya bajêr wêran û talan kirin. Çeteyan di 17’ê Nîsanê de bendava Meydankê kir hedef, gelek ziyan dan holên El- Rehba ya sererastkirina jeneretoran, alavên xizmetguzariyê, îstasyona sotemeniyê û depoyên perçeyên guhertinê û pencereyên birca bendavê hatin şikandin. Çeteyan bi zanebûn avahiya bendavê, toreyên kanalên avdanê û îstasyonên wê talan kirin.

Çeteyan tevahiya amûrên avahiya rêveberiya bendavê, kompîtur, pencere, jenerator û gelek alavên din talan kirin û belgeyên wê şewitandin. Her wiha çeteyan hemû tiştên ku di depoya navendî de ji parçeyên guhertinê heta depoyên sotemeniyê û alavên xiratayê dizîn.

Çeteyan derdora 8 erebe û alavên xizmetguzariyê yên girêdayî şîrketa kanalê avê, îstasyonên Gemrûk, Birc Ebdalo, Til Tewîl, Cûmkê û Bablîtê talan kirin.

Yanî êdî bendava Meydankê, îstasyon û toreyên kanalên avdanê nayên bikaranîn. Di encamê de deştên Ziravkê, Gemrûk, deştên gundên Stêr, Cûqê û Keferûmê başûrê beravên çemê Efrînê heta bigihîje gundê Celemê û Dêwa, deştên Maratê, Bablîtê heta deştên navçeya Cindirêsê ji avdanê qut bûne û dê bandor li tevahiya hilberînên çandiniyê bike.

Hedefgirtina goristanan û talankirina şûnwaran

Di çarçoveya siyaseta guhertina demografyaya Efrînê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê goristanên misilman, êzidî û elewiyan talan kirin û gorên wan xirab kirin. Heta amûrên şûştina miriyan ên ku ji madeya sifirê hatine çêkirin, talan kirin. Her wiha çeteyan bi zanabûn şehîdgeh (Seydo li gundê Keferserfê, Refîq li gundê Meydankê, Avesta li Keferşîlê) wêran kirin û kevirên goran, ên ku bi kurdî li ser hatine nivîsandin, şikandin. Gorên kesê bi navê Beşîr Mihemed li navçeya Cindirêsê, gora jina bi navê Sewliyê Ebdo Mistefa li gundê Meimila yê girêdayî herêma Recoyê, gora jina bi navê Zelûx Xelîl Ibrahîm li gundê Qirt Qilaqê li navçeya Şiyê rûxandin.

Li gorî agahiyên ku ji kantonê tên, çeteyan ji bo derxistina parçeyên dîrokî û talankirina wê 2 girên nêzî gundê Gemrûkê bi treksan dikolin.

Talankirina milk û hilberîna zeytûnan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bûyerên talankirina milkên sivîlan didomînin û bi taybet jî hilberînên zeytûnan talan dikin. Li gorî agahiyên ku nû ji kantona Efrînê hatine bidestxistin, hat zanîn ku çeteyên Tirk li gundê Meimila yê girêdayî herêma Raco, zêdetirî 3 hezar darên zeytûnan talan kirine. Ji wan hezar dar yên welatiyê bi navê Ehmed Mihemed Oso û 2 hezar dar jî yên malbata Cafer in. Tevî wê jî çeteyan hilberîna 4 hezar û 500 daran li ser rêya giştî ya Efrîn-Cindirêsê yên welatiyê bi navê Beşîr Meimo talan kirine.

Li gundê Qêsim ê girêdayî navçeya Racoyê, 100 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Şaban Dîko û 150 darên welatiyê bi navê Umer Mistefa Îsmaîl hatine talankirin.

Ji aliyekî din ve çeteyan li deşta Kitix-Bedîna stûnên toreya telefonê û îstasyona trênê ya Kitixê ya dîrokî talan kiriye. Îstasyona trênê ya Kitixê, di sala 1912’an de ji aliyê şîrketeke Almanî ve ji bo dirêjkirina xeta tirênê ya Rojhilat El-Serîi hatibû avakirin.

(şx)

ANHA