‘Gefên dewleta Tirk bi armanca jenosîda li ser Kurdan in’

Loqman Ehmê  destnîşan kir ku hemû gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi taybet ser gelê Kurd armanca pêkanîna jenosîd e û got: “Yekitiya gelê Kurd dê wan armancan têk bibe.”

‘Gefên dewleta Tirk bi armanca jenosîda li ser Kurdan in’
31 kanûn, 2018   08:13

MÛRADA KENDA - SILAVA EBDIREHMAN / QAMIŞLO

Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan 13’ê meha Kanûnê ji bo êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef xwarin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li dijî gef û êrîşan seferberî ragihand. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara seferberiyê de çalakiyên cur bi cur dikin. Li bajarê Serêkaniyê jî çalakiya mertalên zindî hat kirin. Di çarçoveya yekitiya gelê Kurd de hin partiyên siyasî li hev civiyan û banga yekitiyê kir. Lê heya niha ENKS tev li banga yekitiyê nebûye.

Di çarçoveya gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan-Rojava Loqman  Ehmê ji ajansa me re axivî.

‘Dîroka Tirkiyê bi tunekirina gelan tê zanîn’

Ehmê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên qirêjî yên dewleta Tirk a dagirker û got: “Bi avabûna şoreşa Rojava heya niha dewleta Tirk a dagirker gefan li dijî hebûna neteweya demokratîk dide û bi hinceta hebûna Kurdan hemû pekhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Dîroka dewleta Tirk bi tunekirina gelan re hatiye nivîsandin. Mînaka wê berçav e ku bi milyonan gelê Ermen, Suryan û Ezîdî di qirkirinê re derbas kiriye. Dewleta Tirk tu carî projeyên demokratîk û di nav de hebûna gelê Kurd herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tu carî qabûl nake. Ji ber ku armanca wan a sereke mîna pêkhateyên Ermen, Suryan û Ezidî tunekirina gelê Kurd e.”

‘Gef di çarçoveya armanca jenosîdê de ye’

Dewleta Tirk a dagirker 20 Çilêyê de bi teknîka leşkerî ya herî pêşketî de êrîşî herêma Efrînê kir. Di rojekê de 72 balafirên şer ên arteşa Tirk bajarê Efrînê bombebaran kirin. Di êrîşan de bi bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Li dijî êrîşan şêniyên Efrînê 58 rojan li ber xwe da. Niha jî şêniyên Efrînê li Şehbayê de berxwedana xwe didomînin. Çeteyên dewleta Tirk talan, dizî, tecawiz, îşkence, kuştin û guhartina demografîk li Efîrnê de heya niha jî didomînin.

Ehmê tekildarî mijarê diyar kir ku dewleta Tirk hemû gef û êrîşên xwe ji bo jenosîd li ser gelê Kurd pêk bîne dike û wiha dewam kir:“Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze jenosîdê pêk bîne. Heman tiştî li Efrînê bi tunekirina fizîkî, dîlgirtin, guhertina demografîk û qirkirinê dike.  Ev kiryarên dewleta Tirk hin ji xalên jenosîda li ser Kurdan e. Her wiha li çar parçeyên Kurdistanê armanca jenosîd dipejirînin. Meseleya dewleta Tirk hebûna Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê û projeya Neteweya Demokratîk e.”

‘Yekitî rêya têkbirina êrîşan e’

Ehmê  diyar kir ku yekitiya gelê Kurd dê li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker derkeve û wiha got: “Di nava wan gef û êrîşên dewleta Tirk li seranserê Kurdistanê de pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiyê heye. Ji roja roj de em banga yekitiye dikin da ku pêşî li êrîşan were girtin. Di aliye dîplomasî, leşkerî, siyasî de yekitiya gelê Kurd wê hebûnê biparêze. Hin partiyên siyasî nas nekirine ku dost û dijminên gelê Kurd kî ne. Mixabin hin aliyên wan ên berjewendiyê jî hene. Dijmin wan kesan ji bo berjewendiyên xwe dide bikaranîn. Em naxwazin dijmin bi hin hêzên Kurd xwe rewa bike û li ser navê ‘terorîst’ Kurdan qir bike. Ji ber wê em çi qas zû li dijî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin, ew qas jî êrîşan têk bibin.” 

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan-Rojava Loqman  Ehmê  di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hemû pêkhateyên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker derkevin.

ANHA