Şêniyên Kobanê: Em hêvîdar in 2019 bibe sala aştiyê

Gelê Kobanê sala nû pêşwazî dike û bi hêvî ne ku 2019 ji bo hemû gelan bibe sala aştî û aramiyê.

Şêniyên Kobanê: Em hêvîdar in 2019 bibe sala aştiyê
Şêniyên Kobanê: Em hêvîdar in 2019 bibe sala aştiyê
Şêniyên Kobanê: Em hêvîdar in 2019 bibe sala aştiyê
Şêniyên Kobanê: Em hêvîdar in 2019 bibe sala aştiyê
Şêniyên Kobanê: Em hêvîdar in 2019 bibe sala aştiyê
Şêniyên Kobanê: Em hêvîdar in 2019 bibe sala aştiyê
31 kanûn, 2018   07:27

KOBANÊ

Di dawiya sala 2018’an de ku dewleta Tirk a dagirker gefên êrîşan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin, gelê Kobanê diyar kir ku ew ê heta ji wan bê li ber xwe bidin, lê ew aştiyê dixwazin û bi hêvî ne ku sala 2019’an bibe sala aştî û aramiyê.

Dayika bi navê Diyana Ebûd sersal li hemû galan pîroz kir û wiha axivî: “Şervanên me di sala  2018’an de gelek serkeftin bi dest xistin û gelek berxwedan dan meşandin. Em dixwazin şer bi dawî bibe. Em bi hêviya saleke aram in."

“Bila Erdogan di sala nû de zarokan nekuje!”

Her wiha zarokê bi navê Casim Mihemed kêfxweşiya xwe ji bo sala nû anî ziman û wiha got: "Ez dixwazim ev sersal xweş derbas bibe. Malbata me ji sersalê re tiştan dikire. Em dixwazin di sala nû de Erdogan zarokan nekuje."

Di şeva sersalê de dê li gelek cihan wekî Eywana Newrozê, pîrozbahî dê werin lidarxistin.

(şm-sn)

ANHA