Ji sala 2019'an hêviyan wan a tekane vegera li Efrînê ye

Çendîn nêrîn ji bo sala borî cuda bin, lê hêviya rizgarkirina Efrînê û vegera li wê, hêviya tekane ya şêniyên Efrînê ye ku niha li kampên Şehbayê bi cih bûne.

31 kanûn, 2018   07:08

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Sibê roja yekemîn a sala nû anku 2019'an e. Sala 2018'an li gel şêniyên Efrînê cuda bû. Sala 2018'an bi hovanetirîn êrîşan, bi hemû cureyên çekên giran û balafirên şer dest pê kir û şêniyan bi zarok û mezinên xwe ve li hember wan êrîşan li ber xwe da, heta ku navê Berxwedana Serdemê layiqî wê berxwedanê bû.

Di encama topbarana hovane û nemirovî ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst de, sivîlên Efrînê sala nû dûrî mal û milkên xwe di nav kampên berxwedanê de li kantona Şehbayê pêşwazî kir.

Girêdayî mijarê dayika Qidret Betal wiha axivî: "Di dirêjahiya temenê xwe de min gelek êş û şadî dîtin, lê sala 2018'an ji bo me cuda bû. Di encama êrîşên Tirkiyê de li ber çavên me rojane sivîl birîndar dibûn û wê jî bandoreke neyînî li me kir û dê di dilê me de bimîne."

Dayika Qidret hêvî kir ku sala 2018'an bibe sala dawiyê ya rijandina xwînê û kuştinê ji Efrînê heta tevahiya Sûriyê. Qidret bang li NY'yê û hemû dewletên ku îdia dikin ew parêzvanên mafên mirovan in, kir ku binpêkirinên Tirkiyê li dijî xak û gelê Sûriyê bi dawî bikin.

Ji aliyê xwe ve dayika Zeyda Ebdo destnîşan kir ku di dirêjahiya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ber xwe dane. Lê berxwedana herî bihêz nîşan dane, di bin konên kampê de li ber germahiya havînê ye. Dayika Qidret tekez kir ku tevî serma û zehmetiyên zivistanê jî bi baweriya vegera l iEfrînê di sala bê de dê li ber xwe bidin.

Her wiha welatiya bi navê Hacer Mihemed tekez kir ku ew di dirêjahiya 10 salan de sala nû li ser axa xwe pêşwazî dikirin û pêşwazîkirina sala nû dûrî mal û xizmên xwe gelekî dijwar e. Lê heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk dê li ber xwe bidin.

Zaroka bi navê Yesmîn Erûs bi kaxizan ku rengîn kirine û navê Efrînê lê neqş kiriye, dara ku li pêşiya konê xwe xemilandiye, hêvî kir ku di sala bê de vegere Efrînê, mala xwe bi kaxizên ku çêkirine, bixemlîne û perwerdeya xwe bidomîne.

(şx)

ANHA