Şêxê êla El-Egîdat: Ji seferberiyê re bibin bersiv

Şêxê êla El-Egîdat Silêman El-Xelef bang li şêxên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: “Zarokên me li hember terorê canê xwe didin. Divê em yekitiya xwe ava bikin û ji seferberiya parastina axa xwe re bibin bersiv.”

Şêxê êla El-Egîdat: Ji seferberiyê re bibin bersiv
31 kanûn, 2018   06:58

XALID CUMA / REQA

Li sereranserî Sûriyê û cîhanê bertek li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên nîşandan. Ji roja serokkomarê dewleta dagirker Recep Tayyîp Erdogan gef li herêmê xwarin, çalakî û bertekên gelê herêmê berdewam dikin. Şêxê êla El-Egîdat a Dêrazorê Silêman El-Xelef jî der barê vê mijarê de ji ajansa me re axivî.

Silêman wiha got: “Bakurê Sûriyê û Sûriyê ne sponserê terorê ne. Gelê Sûriyê gelekî aştîxwaz e, hinek dewletên herêmî û navdewletî sponseriya terorê dikin. Serkêşiya wan dewletan Tirkiye dike. Tirkiyê sînorên xwe ji bo derbaskirina çeteyên terorîst vekirin û wan jî welat talan û wêran kir.”

'Zarokên me şerê terorê dikin’

El-Xelef girêdayî desteka Tirkiyê ji çeteyên terorîst re ev tişt anî ziman: "Ma ne Tirkiyê derbasbûna çeteyan ji Sûriyê re hêsan kiriye? Niha jî Tirkiye dibêje ew ê şerê terorê bike û bi vê yekê qala zarokên me dike. Em jê re dibêjin zarokên me ne terorîst in, wan şerê terorê kiriye û di vî şerî de canê xwe daye."

El-Xelef destnîşan kir ku eger li Tirkiyê şerê li dijî terorê heye, bila şerê “çêlikê xwe DAIŞ’ê” bike.

'Em dest ji xaka ku em tê de mezin bûne, bernadin'

El-Xelef di berdewama gotinên xwe de wiha got: “Em axa ku lê mezin bûne, bernadin. Hinek kesên ku li Tirkiyê bi dewleta Tirk re dicivin ne nûnerên vî gelî ne. Ji ber ku yên nûnertiya gelan dikin, azar û êşên gel dibînin û di nav gelê xwe de dimînin. Hûn nikarin çarenûsa vî gelî diyar bikin.”

El-Xelef destnîşan kir ku divê gelê herêmê li hember her êrîşekê yekitiya xwe ava bike û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Kesên ku bi axa xwe ve girêdayî ji welatê xwe dernakevin.”

Şêxê êla El-Egîdat Silêman El- Xelef di dawiya gotinên xwe de bang li şêxên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku yekitiya xwe ava bikin û ji seferberiya parastina axa xwe re bibin bersiv.

(şx)

ANHA