Çeteyên girêdayî Tirkiyê li gundewarên Minbicê bi hev dikevin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li xeta Sacûrê kirin hedef. Li aliyekî din komên çete şerê hev kirin.

Çeteyên girêdayî Tirkiyê li gundewarên Minbicê bi hev dikevin
30 kanûn, 2018   20:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Rargihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihandin ku çeteyên Mertala Firatê ya girêdayî dewleta Tirk nuqteyên şervanên wan li gundê Ereb Hesen ê rojavayê bajar û gundê Hewşeriyê yê bakurrojhilatê bajarê bi çekên sivik, navîn û giran kirin hedef.

Navendê her wiha diyar kir ku li gundê Qîrata yê dikeve bakurrojhilatê Minbicê şerê hev kirin. Derbarê sedem û encamên şer agahî nehatin bidestxistin.