Şêniyên Dêrikê cenazeyê 3 şehîdan spartin axê

Cenazeyê şervanên YPG‘ê Mihemed Henan (Agirî) û Sair El-Ziyab (Şiyar Çil Axa) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hesen El-Mitêr bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat hatin veşartin.

Şêniyên Dêrikê cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrikê cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrikê cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrikê cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrikê cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrikê cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrikê cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrikê cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
30 kanûn, 2018   18:01

QAMIŞLO

Girseya gel cenazeyê her sê şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekê ber bi Goristana Şehîd Xebat ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîma leşkerî ji aliyê şervanên YPG‘ê ve dest pê kir. Bi navê YPG‘ê Mihyedîn Xêrkê û bi navê Tûgeya Şehîd Kemal fermandar Heqî Dermûş axivîn û soza şopandina rêya şehîdan dan ta pêkanîna armancên wan û rizgarkirina tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dagirkeran. Her wiha hate gotin ku pêngavên wan heya serkeftinê û tolhildana şehîdan berdewam e.

Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Minbic û gundewarên wê Cemîla Ehmed axivî û got" Destpêkê em sersaxiyê ji xwe û ji malbatên şehîdan re dixwazin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gefên Tirkiyê û terora DAIŞ`ê natirsin û tu carî teslîmkariyê napejirîne, ji ber soza rizgarkirina herêman daye."

Cemîla berdewam kir û got" Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suriyan û Turkmen xwe li ser vê erdnîgariyê de dijîn, dê hemû ji bo mafê xwe şer bikin heya azadiyê bi dest bixin."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Malbatan soza şopandina rêya şehîdan dan.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tîlîliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA