Demhat Cûdî: Projeya rêveberiya xweser ji desthilatdaran re bûye kabûs

Endamê MSD‘ê Demhat Cûdî got: "Projeya Rêveberiya Xweser li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dewletên desthilatdar re bûye kabûs. Dewletên desthilatdar ditirisin ev projeya ku hemû pêkhate û netew di bin banekî de kirine yek li tevahî Rojhilata Navîn belav bibe."

Demhat Cûdî: Projeya rêveberiya xweser ji desthilatdaran re bûye kabûs
Demhat Cûdî: Projeya rêveberiya xweser ji desthilatdaran re bûye kabûs
Demhat Cûdî: Projeya rêveberiya xweser ji desthilatdaran re bûye kabûs
Demhat Cûdî: Projeya rêveberiya xweser ji desthilatdaran re bûye kabûs
30 kanûn, 2018   18:38

TEBQA

Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê ji bo şîrovekirina geşedanên dawî civîneke girseyî lidar xist. Endamê MSD‘ê Dehmat Cûdî, Hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Elî Xalid, Hevseroka Komîteya Têkiliyên Giştî Asya Xerbî û bi dehan şênî beşdarî civîn bûn. Civîn li gundê Siwêdiyê yê bakurê bajêr hate lidarxistin.

Di civînê de, Demhat Cûdî rewşa herêmê beriya were rizgarkirin û siyasetên derve yên li dijî herêmê nirxand û got: "Çeteyên DAIŞ‘ê bi salan herêm dagir kiribûn, hemû mafê mirovan binpê dikir, jin, zarok û kesên temen mezin dikuştin û milkên wan talan dikirin. Gelê ji ber kiryarên wan ên hovane êş û azaran kişandin. Gelo ma ev kiryarên nemirovî ewlehiya netewî ya Tirkiyê tehdîd dike! Mane Tirkiyê palpişata sereke ya DAIŞ‘ê ye. Tirkiyê desteka madî û manewî dide DAIŞ‘ê û îro îdia dike ku em ewlehiya wan tehdîd dikin."

Cûdî sedema sereke ya komployên li dijî gelê herêmê destnîşan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Herêmên me di bin bangê rêveberiya xweser de ya ku xwe dispêra projeya netewa demokratîk di nava aramiyê de ye, ev proje ji dewletên desthilatdar re bûye kabûs, ji ber ku ne li gorî planên wan ên mêtînger, ditirisîn ku ev proje li tevahî herêmên Rojhilata Navîn belav bibe."

Demhat Cûdî rola gel di pêvajoya pêşde anî ziman û got: "Biryara yekem û ya dawî li gel vedigere. Di rewşeke wisa de ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re tê re derbas dibe û gefên dagirker ên li ser herêmê ji me tê xwestin em yekitiya xwe xurt bikin û li hemberî planên dijber bibin keleha berxwedanê."

Di civînê de Hevserokê Desteya Parastinê ya herêma Tebqayê Mihemed Elî Xalid jî bal kişand li ser biryara Amerîkya ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê wiha axivî: "Pêwîste em xeleke girîng ji gelê xwe re zelal bikin, hêzên me yên leşkerî beriya avakirina Koalîsyona Navdewletî firehiyeke mezin ji xaka Bakurê Sûriyeyê rizgar kir. Hêza me roj bi roj mezin dibe, hejmara wan niha gihiştiye zêdeyî sed hezar şervanî ku erka rizgarkirina herêmê ji terorê girtine ser xwe. Di demên dawî de agahî li ser tevnên civakî û dezgehên çapemeniyê belav bûne dibêjin ku hêzên rêjîma Sûriyeyê derbasî Minbicê bûne. Em teqez dikin ku hêzên rêjîma Sûriyeyê derbasî nava bajar nebûne, lê tenê li ser sînorê li beramberî çeteyên Tirkiyê ne. Wekî gelê Sûriyeyê em teqez dikin ku em xwediyê vê axê ne û erka me ye herêmên xwe ji êrîşên Tirkiyê biparêzin."

Di dawiya civînê de şêniyan teqez kirin ku Hêzên Sûriyeya Demokraîtk nûnertiya gel e û hêza mirovahî ye ku gel ji terorê rizgar kiriye.

ANHA