‘ Em qebûl nakin rijandina xwînê ya Osmaniyan destpê kiribû dûbare bibe‘

Xiristiyanên Tebqayê teqez kirin ku ew ê li dijî gefên êrîşkirinên Erdogan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û dewleta Tirk bi "Osmaniyê biçûk" bi nav kirin.

‘ Em qebûl nakin rijandina xwînê ya Osmaniyan destpê kiribû dûbare bibe‘
‘ Em qebûl nakin rijandina xwînê ya Osmaniyan destpê kiribû dûbare bibe‘
‘ Em qebûl nakin rijandina xwînê ya Osmaniyan destpê kiribû dûbare bibe‘
‘ Em qebûl nakin rijandina xwînê ya Osmaniyan destpê kiribû dûbare bibe‘
‘ Em qebûl nakin rijandina xwînê ya Osmaniyan destpê kiribû dûbare bibe‘
30 kanûn, 2018   17:34

TEBQA

Li  gorî xiristiyanên herêma Tebqayê atmosfera îsal ya pêşwazîkirina sersala nû li Tebqayê gelekî balkêş û xweş e ku mîna wê ji beriya salan çênebûye. Xiristiyanên Tebqayê gefên dewleta Tirkiyê li ser herêmên ku QSD`ê ji terora DAIŞ`ê ve hatine rizgar kirin, şermezar kirin.

Mûna Stîvan ji xiristiyanên Tebqayê nêrîna xwe bi ajansa me re pareve kir û got" Erdogan hewl dide Sûriyê dagir bike,  ji bo nexşeya Osmaniyan a berî sedsalan vegerîne ." Stîvan hin mînak ji dîroka Osmaniyên xwînrêj  ên komkujî li ser pêkhateyên herêmê û bi taybet ermenan bi bîr xistin.

Her wiha Mûna Stîvan gefên Erdogan û niyeta dagirkririna Bakurê Sûriyê şermezar kir û got" Wekî xistiyanên herêmê ji bilî jiyana azad napejirînin, em azadiyê ji tevahiya gelan re dixwazin,  piştî herêm ji DAIŞ`ê hat rizgarkirin em bi hev re weke xwişk bira dijîn , em nahêlin neviyê Osmaniyan vê muzayikê wêran bike û qebûl nakin rijandina xwînê ya Osmaniyan destpê kiribû dûbare bibe."

Mûna  ji bo sala nû hêviya aştî û ewlehî xwest û banga vegerê li kesên ku ji xaka derketine kir.

Girêdayî mijarê Hena Selîm Şemo jî destnîşan kir ku Erdogan derewker û terorîstê mezin e û wiha got" Erdogan  DAIŞ çêkir û heya niha parastina wan dike".  Li gorî nêrîna Hena Erdogan ji tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê QSD`ê ve ditirse, ji ber ku bi rêya DAIŞ planên xwe yên dagirkirinê li Bakurê Sûriyê dagir pêk tîne. "

Hena Selîm Şemo her wiha got " Em gefên Erdogan şermezar dikin û got "Ev gefanan bi pêşketinên QSD`ê li hemberî DAIŞ`ê li wargeha dawî destpê kirin. Ev yek têkiliya kûr di navbera DAIŞ û Tirkiyê de diyar dike."

Hena Selîm Şemo bi zimanekî tund Erdogan muxateb kir û wiha got " Em nahêlin Erodgan û çeteyên wî komkujiyên Osmaniyan li ser Ermenan û gelê herêmê duûbare bike. Em destur nadin ku sînaryoya Efrînê, koçberkirin, destdirêjiya li ser jinan û dagirkir li herêmê dûbare bibe. Zû an dereng dê mafê gelan li wan vegerin û Efrîn, Cerablus, Bab bi vîna azad wê rizgar bibin."

Hena di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên herêmê kir ku li hemberî faşîzmaya ku dixwaze biratiy gelan têk bibe û herêmê dagir bike, bisekinin.

ANHA