QSD‘ê encamê şerê 24 seatên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê ragihand ku hêzên wan di nava 24 saetên dawî de 14 bargehên terorîstên DAIŞ‘ê rûxandin û nuqteyên nû ava kirin.

QSD‘ê encamê şerê 24 seatên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir
30 kanûn, 2018   14:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand û encamê şer 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina DAIŞ‘ê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me li bajaroka Hecîn û derdora wê êrîşî bargehên terorîstan kirin, piraniya êrîşan li dijî nuqteyên ku terorîstan ji bo pêkanîna êrîşên dijber li hemberî hêzên me hatin kir, li ser vê yekê şerên giran rû dan. Di encamê de hejmarek terorîst hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn, hejmara kuştî û birîndaran nehatin naskirin.

Li aliyekî din ê heman eniyê rêxistina terorîst bi çekên siûqasetê û topên hawnê êrîşî nuqteyên hêzên me kirin, şervanên me bi hêz bersiva jêdera êrîşan û ew neçar kirin ku paş de vekişin û êrîşên xwe rawestînin.

Li aliyekî din jî yê vê eniyê şervanên me êrîş li hemberî terorîstan pêk anîn û pêş de çûn, her wiha nuqteyên nû ava kirin. Li gel wê jî balafirên Koalîsyona Navdewletî bargehên terorîstan kirin hedef.

Tîmên endizyariya leşkerî ya girêdayî hêzên me mayînên ku rêxistina terorîst li herêmên çandibûn bê bandor kirin û rakirin.

Li piraniya eniyan şerên demekî didome.

Encamên dawî yên şer:

-Hejmara terorîstên hatin kuştin: 4 terorîst.

-Windahiyên terorîstan: 14 bargeh hatin rûxandin, 3 dikên hawnê û kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê hatin teqandin.

-Hejmara êrîşên balafirên Koalîsyona Navdewletî: 24 êrîş.

ANHA