Jinên herêma Firatê têkildarî geşedanên dawî komcivînek lidar xist

Buroya jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê komcivîneke li ser asta herêma Firatê li dar xist û pêşketinên dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin.

Jinên herêma Firatê têkildarî geşedanên dawî komcivînek lidar xist
Jinên herêma Firatê têkildarî geşedanên dawî komcivînek lidar xist
Jinên herêma Firatê têkildarî geşedanên dawî komcivînek lidar xist
30 kanûn, 2018   14:27

KOBANÊ

Komcivîn ji aliyê Buroya jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê hate li dar xistin. Di komcivînê de bi dehan jinên Kobanê ji rewşenbîr, mamoste, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Kobanê, Girê Spî, Meclisa Sivîl a Demokratîk a Minbicê, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.

komcivîn ji aliyê endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Dîlber Yûsif, endama Meclisa Dadgehê ya herêma Firatê Nesra Xelîl, Hevseroka Meclisa Zangonsaz a Kantona Kobanê Fewziyê Ebdî, endama Meclisa Dadgeha bajarê Minbicê Emel Dada û endama Rêveberiya Xweser a Girê Spî Necah Esla ve hate birêve birin.

Kesên komcivîn bi rêve birin li ser şerê ragihandinê ku dewleta dagirker dimeşîne taybet piştî vekşandina Hêzên Amerîkî nirxandin, beşdaran diyar kirin ku ev yek ji bo derxistina  fitneyan di nava gelên herêmê û şikandina îradeya wan.

Beşdaran teqez kirin ku bi rêya rêgeza Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin û rola wê ya aktîf di avakirina sîstema demokratîk de dê gelên herêmê biser bikevin û dê Sûriyeke azad ava bikin.

Her wiha destnîşan kirin ku ji destpêka aloziya Sûriyê dewleta Tirkiyê hewl dide bi  rêya destekdayîna çeteyên DAIŞ`ê û komên çekdar armancên xwe pêk bîne û projeya netewa demokratîk vala derxîne.

Axaftvanan wiha gotin:"Gelê Sûriyê û taybet Bakurê Sûriyê mafê wan heye ku çarenûsa Sûriyê diyar bikin, ji ber wan canê xwe feda kirin û terora ku li cîhanê xeter bû tine kirin, mafê dewleta dagirker mîna Tirkiyê tine ku çarenûsa gelan diyar bike."

Beşdaran destnîşan kirin ku divê jin tekoşîneke mezin bidin meşandin û bi rêxistinkirina xwe gefên Tirkiyê û siyaseta şerê taybet vala derxînin.

Nîqaş li ser girîngiya yekitiya gelê Sûriyê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bû.

(jo)

ANHA