Li Tirbespiyê pêşangeha alavên dîrokî hat vekirin

Dibistana Maşûqê ji bo vejandina mîrasên foloklorîk ên herêmê, pêşengehek ji kelûpelên dîrokî ên ku gelên herêmê bikar tanîn li dar xist.

Li Tirbespiyê pêşangeha alavên dîrokî hat vekirin
Li Tirbespiyê pêşangeha alavên dîrokî hat vekirin
Li Tirbespiyê pêşangeha alavên dîrokî hat vekirin
Li Tirbespiyê pêşangeha alavên dîrokî hat vekirin
Li Tirbespiyê pêşangeha alavên dîrokî hat vekirin
Li Tirbespiyê pêşangeha alavên dîrokî hat vekirin
Li Tirbespiyê pêşangeha alavên dîrokî hat vekirin
30 kanûn, 2018   13:58

QAMIŞLO

Li Tirbespiyê dibistana Maşûqê bi hevkariya xwendekaran, bi armanca vejandina çanda gelêrî pêşangehek kelûpêlên dîrokî li darxist. Di pêşangehê de berhemên ku xwendekaran bi destê xwe amedekirîn hatin nîşandan.

Di pêşengehê de kelûpelên kevin ên ku bi sedên salan dihatin bikaranîn û di roja me de wek mîrasên gelan tên naskirin, yên  weke “Pîl, destar, fanos” û her wekî din hatin pêşandan.

Malbatên xwendekaran û şêniyên Tirbespiyê tevlî pêşangehê bûn. Her wiha xwendekaran çalakiyên hunerî pêşkêş kirin.