Li Hesekê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn

Şêniyên bajarê Hesekê 28 şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn. Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan diyar kir ku dê rêya şehîdan heta dawiyê bişopînin.

Li Hesekê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
30 kanûn, 2018   13:56

HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê îro li Goristana Şehîd Dijwar merasîmeke bîranîna 28 şehîdên di sal û demên cuda de di meha Kanûnê de şehîd bûne, bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û malbatên şehîdan, li dar xist.

Merasîma bîranîna bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Bangîn Badînî axivî û wiha got: "Em şehîdên azadiyê di vê mehê de bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku em ê li ser rêya wan bin û xeyalên wan pêk bînin.”

Paşê endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed navên şehîdan xwendin.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA