Çalakvanên çalakiya mertalên zindî: Dewleta Tirk biratiya gelan dike hedef

Hemed Salih Hedîd di çalakiya mertalên zindî ya li Serêkaniyê de bi navê êlên Ereb ên herêma Cizîrê gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got armanca wan ew e ku biratiya gelan û yekitiya xaka Sûriyê têk bibin.

Çalakvanên çalakiya mertalên zindî: Dewleta Tirk biratiya gelan dike hedef
Çalakvanên çalakiya mertalên zindî: Dewleta Tirk biratiya gelan dike hedef
Çalakvanên çalakiya mertalên zindî: Dewleta Tirk biratiya gelan dike hedef
Çalakvanên çalakiya mertalên zindî: Dewleta Tirk biratiya gelan dike hedef
30 kanûn, 2018   13:55

HESEKÊ

Çalakiya mertalên zindî li bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê di roja 12`an de tevî rewşa hewa ya nebaş didome. Bi sedan mamosteyên herêma Cizîrê tev li çalakiyê bûn.

Çalakiya mertalên zindî ku di 18`ê Kanûnê de şêniyên Serêkaniyê da destpêkirin, didome. Di roja 12`an a çalakiyê de bi sedan mamosteyên herêma Cizîrê, nûnerên partiyên siyasî û rûspiyên êlên Ereb tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de dirûşmeyên li dijî AKP`ê û Erdogan hatin berzkirin, her wiha çalakvanan teqez kir ku ew ê bi hemû şêwazan li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin.

Her wiha bi navê êlên Ereb ên herêma Cizîrê Hemed Salih Hedîd axivî û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got dewleta Tirk a dagirker bi gefên xwe biratiya gelan û yekitiya xaka Sûriyê dike hedef.

Hedîd diyar kir ew dagirkeriya Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî qebûl nakin. Her wiha destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li dijî gefan li ber xwe bidin û çalakiya wan li ser sînor girêdanên wan bi axa wan ve diyar dike.

Hemed Salih Hedîd di dawiyê de bang li hemû êlên Ereban kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê yekitiya xwe ava bikin û parastina xaka welatê xwe Sûriyê bikin.

(bx)

ANHA