Gerîla TV dîmenê çekên ji li ser leşkerên Tirk hatin rakirin weşand

Gerîla TV dîmenê çekên ku hêzên gerîla di 28'ê kanûnê de li Girê Lêlîkanê ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin, weşand.

Gerîla TV dîmenê çekên ji li ser leşkerên Tirk hatin rakirin weşand
30 kanûn, 2018   13:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di 28'ê kanûnê de saet 11'an, li Girê Lêlîkanê yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê, hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku di nava liv û tevgerê de bûn çalakiyek pêk anîn. Yekîneya dijmin hatin şopandin û ji du baskan ve derbên giran lê hatin xistin. Di encamê de 6 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hêzên me çûn ser cenazeyên leşkeran û çekek HK-33 (Melez), 2 şarjorên HK-33 û narincokek rakirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopterê leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir, ti zerar nedît."