YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya  YPG`ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên di meha kanûnê de li Heleb û Hesekê şehîd bûne eşkere kir.

YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
30 kanûn, 2018   11:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên di meha kanûnê de li Heleb û Hesekê şehîd bûne eşkere kir. YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Daxuyanî wiha ye;

“Di navbera dîrokên 28 û 29’ê kanûnê de, 2 şervanên me li Helebê û şervanekî me jî li Hesekê şehîd ketiye. Di derbarê şehadetên rêhevalên me de agahiyên berfireh wiha ne;

 1. Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a bi navê “Şerê Tunekirina Terorê” ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Hecîn, Sûsê û cihên din yê girêdayî Dêrezorê tê meşandin de pêşveçûnên şervanên me berdewam dikin. Şervanên me derbên giran li çeteyan xistin û cîh bi cîh di navbera şervanên me û çeteyan de şerên dijwar diqewimin. Di vê çarçoveyê de;

 Di dîroka 28’ê kanûnê de di navbera şervanên me û çeteyan de şerêk dijwar dertek. Di encama de rêhevalekî me bi giranî birîndar bû. Rêhevalê me yê ku rakirin nexweşxaneya Hesekê tevî hemû destwerdanan jî nahat xilaskirin û gihîşt şehadetê. Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

 Nasnav: Halim Agirî

Nav û paşnav: Mihemed Henan

Navê dayikê: Emîne

Navê bav: Heso

Cihê ji dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 28’ê Kanûnê 2018

2. Şervanê me bi nasnav Serdar Efrîn ku li Helebê li ser erka xwe bû, di dîroka 28’ê kanûnê de di encama qezaya trafîkê de gihîştiye şehadetê. Her wiha şervanê me Welat Efrîn jî ku li heman herêmê li ser erka xwe bû, di dîroka 29’ê kanûnê de di encama qezayekî de şehîd ketiye. Nasnameya rêhevalên me wiha ne;

Nasnav: Serdar Efrîn

Nav û paşnav: Xelîl Mihemed

Navê dayikê: Ferîde

Navê Bav: Mihemed

Cihê ji dayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka Şehadetê: Heleb / 28’ê Kanûnê 2018

*****

Nasnav: Welat Efrîn

Nav û paşnav: Henîf Reşo

Navê dayikê: Xedîce

Navê bav: Reşîf

Cihê ji dayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka Şehadetê: Heleb / 29’ê Kanûnê 2018

*****

Em hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û em sersaxiyê ji malbatên rêhevalên me yên ku şehîd ketine re û gelê me re dixwazin.”