QSD`ê 2 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirin

QSD’ê li Eyn Îsa 2 dewreyên perwerdeyê bi navên Dewreya Şehîd Bêrîtan Şedadê û Dewreya Şehîd Qorşîn ku ji bo fermandaran hatibûn vekirin, bi merasimekê bi dawî kirin.

QSD`ê 2 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirin
QSD`ê 2 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirin
QSD`ê 2 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirin
QSD`ê 2 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirin
QSD`ê 2 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirin
30 kanûn, 2018   12:37

GIRÊ SPÎ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 2 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirin. Dewreya ku li Akademiya Rojda Minbic bi navê şehîd Bêrîtan Şedadê   45 rojan berdewam kir. Dewreya li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb bi navê Şehîd Qorşîn dest pê kirî, 60 rojan berdewam kir. Di dewreyan de dersên bîrdozî û leşkerî hatin dîtin.

Gelek fermandar û endamên YPG, YPJ û QSD’ê tev li merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî fermandar Leyla Stêrk û Kanî Xelîl axivîn. Fermandaran di serî de şervanên her du dewreyan pîroz kirin û daxwaza pêkanîna erka xwe ya li hember welat û pêkhateyên herêmê kir.

Piştî ku şervanan sond xwar, belgeyên endamtiya xwe ji fermandarên xwe wergirtin. Piştre jî bidawîbûna dewreyan bi govend û stranan hate pîrozkirin.

Şehîd Bêrîtan di encama berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeran de şehîd bibû û şehîd Qorşîn jî di Şerê Tunekirina Terorê yê Bagera Cizîrê de şehîd bibû.

(ekîp)

ANHA