Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala 2019’an li gelê Sûriyê pîroz kir

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala 2019`an li hemû gel, pêkhateyên Sûriyê û bi taybet li xiristiyanên li Sûriyê pîroz kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala 2019’an li gelê Sûriyê pîroz kir
30 kanûn, 2018   11:38

GIRÊ SPÎ

Rêveberiya Xweser bi boneya sala nû hêviya serkeftin û rizgarkirina beregehên dawîn ên terorîstan, aramî û ewlehiyê ji tevahî herêmên dagirkirî ku li welatê xwe Sûriyê vegerin, xwest.

Di peyama pîrozbahiyê de wiha hate gotin:

"Bi boneya sala nû ya 2019`an em hemû gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê û bi taybet li xiristiyanên li Sûriyê û tevahî cîhanê, pîroz dikin. Di sala nû de em hêviya xêr, bereket, serkeftin û rizgarkirina baregehên dawîn ên terorîstan ên Sûriyê dikin ku hemû koçber û penaber li welat, gund û bajarokên xwe vegerin.

Em hêvîdar in ku aramî û ewlehî li Sûriyê çêbe. Hemû gelê Sûriyê ji bo rizgarkirina herêmên Sûriyê yên dagirkirî ku li welatê Sûriyê vegerin û yekitiya xwe ava bikin."

(bx)

ANHA