Êla El-Begara: Em gelê Sûriyê ne û Erdogan teror e

Rûspiyê êla El-Begara ya Ereb Taha El-Elî wiha got: "Em xwediyên Sûriyê ne. Tirkiyê me bi terorîstan bi nav dike, gelo yê ku DAIŞ ava kiriye û şandiye, ma ne Erdogan bi xwe bû?"

Êla El-Begara: Em gelê Sûriyê ne û Erdogan teror e
30 kanûn, 2018   07:16

HESEKÊ

Girêdayî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûspiyê êla El-Begara ya Ereb a navçeya Şedadê li Bakurê Sûriyê Taha El-Elî ji ajansa me re axivî û wiha got: "QSD ji tevahiya pêkhateyên Sûriyê (Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çerkez û Aşûr) pêk tê. Em xwediyên vê xakê ne û kes nikare bazaran li ser me bike.”

Taha El-Elî destnîşan kir ku ew wek gelê Sûriyê, her êrîşeke ji derve qebûl nakin û dê li hember Tirkiyê ku hewl dide xaka welat dagir bike, talan û wêran bike, serî netewînin.

Di van demên dawîn de li gel ku DAIŞ nefesa xwe yên dawîn li herêma Hecînê li gundewarên Dêrazorê distîne, rayedarên Tirk asta daxuyaniyên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind kirin û şêniyên herêmê wek terorîst bi nav kirin.

Di berdewama gotinên xwe de rûspiyê êla El-Begara mezintirîn êlên Ereb ên Cizîrê wiha got: "Tevahiya cîhanê dema DAIŞ derket, tirsiyan lê me ew tune kirin. Hemû dizanin ku teror berhema Tirkiyê ye ku sînorên xwe ji bo derbasbûna terorê ji Sûriyê re vekiribû. Gefên wê li dijî herêmê li gel tunebûna wan çeteyan, Erdogan bi vê yekê hewl dide ji nû ve terorê vejîne, gelo di vir de teror kî ye? Helbet Erdogan e.”

Girêdayî biryara Amerîkayê ya vekişandina ji herêmê El-Elî tekez kir ku eger Amerîka bikişe, tiştek bi gelê herêmê nayê, ji ber ku berê hatina Amerîkayê tê koşiyane, li ber xwe dane û heta ku vekişin jî dê li ber xwe bidin û xaka welatê xwe biparêzin.

Di van demên dawîn de serokê Amerîkayê Donald Trump biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ragihandibû, ji ber ku DAIŞ li Sûriyê tune bûye li gorî gotinên Trump.

(şx)

ANHA