Ji mohra berxwedanê… Şervanên YPJ‘ê soza parastinê nû kir

Şervanên jin di şerên li ser taxa Şêxmqsûd de li ber xwe da û soza rizgarkirina taxê bi cih anî. Îro jî soza xwe nû dikin û tekez dikin ew di rêya parastina gel de amade ne berdêlên giranbuha bidin.

Ji mohra berxwedanê… Şervanên YPJ‘ê soza parastinê nû kir
30 kanûn, 2018   07:09

SÎLVA MISTEFA - ROZANA DADO / HELEB

Şervanên YPJ'ê di sekinandina çeteyan de li tevahiya herêmên Bakurê Sûriyê destanên lehengiyê nivîsandin û ji bo rizgarkirina şênî û bi taybet jinan ji çeteyan, fedakariyên bêhempa kirin.

Taxa Şêxmeqsûd a Helebê rastî gelek êrîşan hatiye. Şervanên YPJ'ê li hember wan êrîşan sekinîn û mohra xwe ya taybet li berxwedanê da, heta ku tax bi navê ‘Taxa Berxwedanê’ hat binavkirin.

Şervanên YPJ'ê girêdayî berxwedana xwe li hember êrîşên çeteyan û pûçkirina planên derbasbûna taxê ji ajansa me re serpêhatiyên berxwedanê vegotin.

Şervana bi navê Zîlan Kobanê tev li gelek şeran bûye, jê şerê kolana El-Muxabarat, kolana 20, Eşrefiyê û rizgarkirina Seken Şebebî. Serpêhatiya xwe wiha vegot: "Çeteyên ku desteka xwe ji dewleta Tirk digirin, bi armanca qirkirina şêniyên taxê, êrîşî taxê dikir. Di encamê de şênî di mercên gelek dijwar re derbas bûn. Lê hewldanên wan bi saya berxwedana şervanan û şêniyên taxê têk çûn."

Zîlan destnîşan kir ku çeteyan bi çekên giran, fuze û çekên kîmyawî êrîşî taxê dikir û çekên wan ên giran tune bûn, lê bi baweriya ku şênî piştgiriya şervanan dikin, li ber xwe dan, êrîşên çeteyan şikandin. Zîlan bi bîr xist ku şêniyên taxê bi taybet jin, di parastina taxê de mohra xwe ya taybet lê dan û planên çeteyan pûç kirin.

‘Me di xendekên destpêkê de cihê xwe girt’

Girêdayî rola şervanên jin di xendekên şer de şervana bi navê Destîna Soran ev tişt anî ziman: "Wek şervanên YPJ'ê bi moraleke bilind li gel dijwarbûna şer, me cihê xwe di eniyên pêş de girt û tevgerên çeteyan şopandin. Ruxmî ku gelek hevalên me li ber çavên me şehîd ketin, lê me li ber xwe da û teslîmkarî qebûl nekir. YPJ'ê di xendekên şer de û sekinandina li hember çeteyan roleke mezin lîst."

Têkildarî berxwedana bajarê Helebê û rizgarkirina hin taxan Destîna diyar kir ku ruxmî dorpêçê lê şêniyên taxa Şêxmeqsûd berxwedaneke bêhempa nîşan da û vê berxwedanê  bandoreke zêde lê kiriye. Destîna destnîşan kir ku rizgarkirina taxên Eşrefiyê û Seken Şebabî mîna pêkhatina xewna şêniyan bû.

Em soza xwe nû dikin

Ji aliyê xwe ve şervana bi navê Nejbîr Kobanê berxwedana jinan û dayikên taxê destnîşan kir û wiha got: “Dayikên taxa Şêxmeqsûd hemû dayikên me ne, ji ber ku di rojên dijwar de em bi tenê nehiştin. Jinên ciwan li rex me sekinîn û taxa xwe parastin. Jinên temenmezin xwarin ji me re amade dikirin. Ji lew re her çi qas em fedakariyan bidin dê li hember berxwedana şêniyên taxê kêm bimîne.”

Di dawiyê de Nejbîr bi navê xwe û bi navê hemû şervanên YPJ'ê soza parastina şêniyên taxê û her jinekê nû kir. Nejbîr tekez kir ku ji bo parastina gel bi hemû pêkhateyên xwe ve ew amade ne fedekariyê bidin û li ku derê zilm hebe ew jî amade bin.

(şx)

ANHA