Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê

Temenê kolana El-Quwetlî 200 sal derbas dike û zêdetirî 2 hezar û 200 dikan tê de hatine vekirin. Ji ber peydabûna gelek cureyên kel û pelan bi buhayên guncaw, bûye meqseda şêniyên bajarê Reqayê.

Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
Kolana El-Quwetlî ya bajarê Reqayê
30 kanûn, 2018   07:54

EMMAR EL-XELEF / REQA

Kolana El-Quwetlî ji kevntirîn kolanên bajarê Reqayê ye. Ji aliyên avahîsaziyê ve taybetmendiyeke wê ya cuda li gel şêniyên bajêr heye.

Dirêjahiya kolana El-Quwetlî 3 km ye, ji Deriyê Bexda yê kevn dest pê dike û digihîje Çerxerêya El-Saa. Wek damara aborî ya bajarê Reqayê tê hesibandin, ji ber ku tevgera aborî di kolanê de ji sûkên din çalaktir e.

Kolan ji kolanên bajêr ên herî qerebalix e û bi guncawbûna buhayê kel û pelan tê naskirin. Hejmara dikanên ku li kolanê hatine vekirin, digihîje 2 hezar û 200 dikanan û wek bingeha sereke ya aboriya bajêr tê hesibandin.

Firoşkarê bi navê Hec Hemdo (56) diyar kir ku ew di pîşeya bavê xwe de dixebite, şînkahiyên ji nexweşan re sûdewar û biharatan difiroşe. Hec Hemdo destnîşan kir ku ew ji zêdetirî 20 salan e di vê pîşeyê de dixebite û dermanên xwezayî ji nexweşiyên giran re amade dike.

Ji aliyê xwe ve hesinkarê bi navê Ebdulezîz Dîbo (38) yê ku ji zêdetirî 20 salan di pîşeya çêkirina alavên çandiniyê de dixebite û li kolanê dikan vekiriye, kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku ew li sûkê û li gel cotkarên Reqayê navdar e.

Girêdayî heman mijarê welatiyê bi navê Hesen Dîb diyar kir ku ji 40 saliyê ve ji ber peydabûna madeyên xwarinê û cilan bi buhayên guncaw rojane serdana sûkê dike û ev sûk bûye meqseda şêniyên bajêr.

(şx)

ANHA