Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî

Helwestên der barê biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê de didomin. Lihevkirina di navbera YPG û rêjîma Sûriyê de li bajarê Minbicê Tirkiyê tengav dike. Li aliyekî din pêvajoya siyasî li Lubnanê careke din hate astengkirin û li Sûdanê jî xwepêşandanên gel dest pê kirin.

Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî
30 kanûn, 2018   07:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê hefteyê behsa rewşa Minbicê û hatina artêşa Sûriyê bo Minbicê kir, her wiha mijara avakirina hikûmeta Lubnanê û serdana Trump a Iraqê, aloziya Yemenê û protestoyên Sûdanê kir.

El-Heyat: Pêşbirk di navbera Enqere, Şam û Tehranê de ji bo dagirtina valahiyê piştî vekişandina Amerîkayê

Biryara vekişandina leşkerên Amerîka ji Sûriyê di rojnameyên erebî de cihekî girîng girt. Li ser vê yekê rojnameya El-Heyat wiha got: "Piştî ku serok Donald Trump teqezî li ser vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û kir û bang li dewletên herêmê kir, di nav de Tirkiye ku erka şerê tunekirina DAIŞ‘ê berdewam bike, pêşbirk di navbera Tirkiye, komên Artêşa Azad a Sûriyê ji aliyekê ve û hêzên rêjîmê û milîsên Îranê de li ser dagirtina valahiyê Amerîkayê germ bû."

El-Ereb: Li hemberî gefên Tirkiyê navbeynkariya Misrê di navbera Kurdan û Esed de

Rojnameya El-Ereb jî wiha got: "Çavkaniyeke pêbawer eşkere kir ku şandeyek ji îstixbarata giştî ya Misrê dê di demeke nêzîk de biçe Şamê da ku rêbazên çareseriya siyasî û agirbestê li herêmên rojhilatê Sûriyeyê nîqaş bikin di demekê de ku Tirkiye sînyalên operasyonên leşkerî li dijî Kurdan dide.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di daxuyaniyeke xwe de li gel rojnameya El-Ereb diyar kir ku di rojên dawîn de pêwendî di navbera fermandarên Kurd û rayedarên Misrê de pêk hatin da ku Qahîre bibe navbeynkar di navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de."

El-Şerq El-Ewset: Sûriyê hêzên leşkerî bi rê kirin derdora Minbicê

Dîsa di mijara Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Hêzên hikûmeta Sûriyê bi sedan leşkerên xwe ber bi gundewarên rojhilatê Helebê ve bi rê kirin, xwe ji bo ketina bajarê Minbicê amade dikin.”

Çavkaniyên li Sûriyê ji ajansa Almanî re got “Bi sedan şervanên tugaya yekemîn a artêşa Sûriyê û bi dehan alavên leşkerî, roja çarşemê berê xwe daye baregehên artêşê yên li herêma Tabe û Erîma yên rojavayê Minbicê, li bendê ye ku bikevin bajarê Minbicê.”

El-Ereb: Belavbûna artêşa Sûriyê li Minbicê hesabên Tirkiyê tengav kirin

Di heman mijarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Ketina artêşa Sûriyê di Minbicê de, ku bi bin serweriya komên kurdî yên Sûriyê de ye, hesabên serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tengav kirin, ku wî her behsa ketina bajarê Minbicê dikir, bi taybet piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyê. Lê Erdogan nîşan da ku dibe ew ji biryara êrîşê vegere û piştgiriya yekbûna Sûriyê bike, ev jî tê wateya ku rewşa heyî bipejirîne, bi taybet piştî ku Rûsyayê jî razîbûna xwe nîşan da.”

El-Ereb: Êrîşên li dijî Şamê nameya Îsraîlê ya der barê biryara vekişîna Amerîkayê de bû

Di mijara Sûriyê de rojnameya El-Ereb behsa êrîşên asmanî yên Îsraîlê li dijî Sûriyê kir: “Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Şamê nameyeke wisa bû ku Îsraîl guh nade şîroveyên girêdayî vekişîna Amerîkayê ku dibêjin dê vekişîn bandore li Îsraîlê bike û dê tevgera Îsraîlê li dijî Îranê û milîsên wê li Sûriyê kêm bike.”

Di rojnameyê de dîsa wiha hate gotin: “Di axaftina Natanyaho ya roja çareşemê de nîşanên wiha hebûn ku dê vekişîna Amerîkayê pelikên hêzên herêmî tevlihev bike, lê welatê wî dê “xetên sor” ên Sûriyê biparêze, her wiha teqez kir ku Îsraîl li dijî bihêzkirina Îranê di Sûriyê de ye.

El-Heyat: Girêka Wezareta Karên Derve ya Iraqê çareser dibe

Di mijara Iraqê de rojanmeya El-Heyat ev tişt nivîsî: “Hevgirtina Elbinaa ya bi serokatiya Hadî Elamirî di mijara hevpeyvînên bi hevgirtina Elislah ku bi serokatiya Muqteda El-Sedr e, hin agahiyên girîng eşkere kirin û got ku dibe di mijara Wezareta Karên Derve de lihevhatinek çêbe ku hemû alî jê razî bin. Endamê parlemanê Henîn Elqido ji El-Heyat re wiha got: “Gotûbêjên bi Elislah re dewam dikin, ne dûr e ku lihevhatinek çêbe, her wiha diyar kir ku dibe di dawiya meha Kanûnê de lihevhatina der barê Wezareta Karên Derve de eşkere bibe.”

El-Ereb: Tehran şerê xwe yê li dijî Washingtonê dibe parlemana Iraqê

Di mijara Îranê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Îran hewl dide tevliheviya diplomasî û protokolê ku di encama serdana serokê Amerîkayê Donald Trump a baregehên leşkerî yên Iraqê de pêk hatiye, ji xwe re bi kar bîne, lewma dike di hewldanên firehkirina desthilatdariya xwe de eniyeke nû li dijî Amerîkayê veke, vê carê di mijara zagonê de û bi desteka parlemana Iraqê û alîkariya hevalbendê xwe yên siyasî. Îran hewl dide li meclisê zagonek derkeve ku hikûmeta Iraqê mecbûr bike hebûna Amerîkayê li ser axa Iraqê bi dawî bike.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Her çi qas dibe ku armancên Îranê mezin in, ku dixwaze di mijara hebûna leşkerî ya li Iraqê de Washingtonê têk bibe û rêyên di navbera Sûriye, Iraq û Lubnanê de bixe bin desthilatdariya xwe, lê ev hewldan mîna xewnekê xuyan dikin, ji ber ku hikûmeta Iraqê ya nû gelek aloziyên siyasî, aborî û ewlehiyê hene, dê nekare li dijî Amerîkayê eniyekê veke.”

El-Heyat: Li Hudeydayê her du aliyên pevçûnê cara yekemîn civiyan da ku lihevhatina Stockholmê têk neçe

Di mijara Yemenê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: “Komîteyeke ji her du aliyên pevçûnê û bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî, duh çarşemê li Hudeydayê du civîn li dar xistin da ku bi fermî dest bi karê xwe bike. Erkê komîteyê ew e ku nehêle lihevhatin têk biçe û vekişîna ji bajêr bişopîne. Ajansa AFP li ser zimanê berpirsekî nêzî hikûmetê got “Nûnerên desthilatdariyê xetên pevçûnê yên li Hudeydayê bi awayekî ewle derbas kirin û gihîştin otela Yonyonê, ku navenda komîteyê ye, li rojhilatê bajêr, tê payîn ku encamên erênî derkevin.”  

El-Heyat: Li Yemenê hikûmet û Hûsiyan ji bo vekirina Rêya Kîlo 16 li hev kir

Di mijara Yemenê de rojnameya El-Heyat ev tişt nivîsî: “Hikûmeta Yemenê û milîsên Hûsiyan li hev kir ku rêya rojhilat ku paytext Senayê û Hudeydayê bi hev ve girê dide ku wek ‘Rêya Kîlo 16’ tê naskirin, roja şemiyê vekin. Ev lihevhatin di çarçoveya hewldanên navdewletî yên bidawîkirina aloziya Yemenê de pêk hatin.”

El-Ereb: Berî tevgera pêncşemê artêşa Lubnanê welatiyan agahdar dike

Der barê Lubnanê de rojnameya El-Ereb jî wiha nivîsî: “Beriya xwepêşandanên protestoyî ku tê payîn bi tevlêbûna yekitiya karkeran, roja pêncşemê li Beyrûtê derkevin, artêşa Lubnanê welatî der barê kiryarên li dijî ewlehiyê de agahdar kirin. Li Lubnanê ji ber ku çîna siyasî ev heft meh e nikare hikûmetê ava bike, xwepêşandanên protestoyî rû didin. Fermandariya artêşê teqezî li ser mafên xwepêşandanê kir, lê diyar kir ku ew ê li dijî her hewldana xirabkirina ewlehiyê tev bigere.”

El-Heyat li ser zimanê Biebda: Em gihîştin pêvajoya axftinên dawiyê, nêrînên nû hene ji bo çareserkirina pirsgirêka hikûmetê

Li ser rewşa Lubnanê rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: “Hevdîtin gihîştin pêvajoya nû ji bo nêrînên cuda yên çareseriyê derkevin, dîsa hevdîtin di astên bilind de bi pêş ketin ji bo pêşxistina insiyatîfa serokatiyê, tê payîn ku hevdîtin di navbera aliyan de di destpêka salê de nû bibin.”

Di vê mijarê de çavkaniyeke nêzî qesra Biebda ji El-Heyat re got ku liv û tevgera ji bo avakirina hikûmeta Lubnanê dewam dike, hevdîtin dewam dikin, însiyatîva serokê komarê Mîşêl On dibe ku giran bi pêş dikeve, lê dewam dike. Çavkaniyan da zanîn ku pêvajo gihîştiye axaftina dawî, ji ber ku her tişt êdî diyar bû.”

El-Şerq El-Ewset: Xertûm baregeha leşkerî ye… El-Beşîr xwepêşanderan wek xayîn bi nav dike

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Li Sûdanê tevî belavbûna zêde ya endamên ewlehiyê li navenda bajêr xwepêşandan li dar ketin. Serokê Sûdanê Umer El-Beşîr xwepêşander wek xayîn û çete wesif kirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku di 5 rojên xwepêşandanan de 37 xwepêşander bi guleyên hêzên ewlehiyê hatin qetilkirin.”