‘Leşkerên dewleta Tirk sivîlên nêzî sînor bi armanca koçberkirinê gulebaran dikin’

Şivan, malbat û karkerên li ser sînorê di navbera bajarê Qamişlo-Nisêbînê de dijîn, diyar kir ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn bi armanca koçberkirina gel rojane guleyan li ser wan direşînin û got “Hebûn, dîrok û jiyana me erdê me ye.”  

‘Leşkerên dewleta Tirk sivîlên nêzî sînor bi armanca koçberkirinê gulebaran dikin’
‘Leşkerên dewleta Tirk sivîlên nêzî sînor bi armanca koçberkirinê gulebaran dikin’
‘Leşkerên dewleta Tirk sivîlên nêzî sînor bi armanca koçberkirinê gulebaran dikin’
‘Leşkerên dewleta Tirk sivîlên nêzî sînor bi armanca koçberkirinê gulebaran dikin’
‘Leşkerên dewleta Tirk sivîlên nêzî sînor bi armanca koçberkirinê gulebaran dikin’
30 kanûn, 2018   06:49

MÛRADA KENDA – ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn sînor hatin xêzkirin. Di sala 1639'an bi peymana Qesrîşîrîn re ku di navbera Osmanî û Îranê de hate mohrkirin, Kurdistan kirin du parçe. Nexşeya Kurdistanê, 24'ê Tîrmeha 1923'yan bi Peymana Lozanê re bû çar parçe. Tevgera dewleta Tirk a dagirker bi parçekirina Kurdistanê re sînordar nema û li ser tunekirina gelê Kurd gelek komkujî pêk anîn.

Komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî hebûna gelê Kurd hin jî dewam dikin. Bi avabûna şoreşa Rojava re ev 7 sal e gef û êrîşên xwe li dijî sîstema neteweya demokratîk dide meşandin. Ne dûr e ku di 20 Çileya vê mehê de dewleta Tirk bi 72 balafirên şer bajarê Efrînê bombebaran kir.  Di êrîşên dijwar de gelek sivîl hatin qetilkirin. Di heman demê de demografyaya Efrînê jî hat guhartin û di dibistanan de bi tenê zimanên erebî û tirkî tên bikaranîn.

Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan 13 Kanûnê ji bo êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef xwarin. Li dijî gefên dewleta Tirk şêniyên bajarê Qamişlo yên nêzî sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişlo (Rojava – Bakur) de dijîn, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Bi tirs û xof pezê xwe diçêrînin

Seyît Elî Hesan ku di nava civakê de bi navê Siyamend tê nasîn, 75 salî û bavê 10 zarokan e. Ev nêzî 56 sal e şivantiyê li bajarê Qamişlo dike. Her sibeh ji bo çêrandina pez cihên ku giyayên baş lê hene, hildibijêre. Seyît Elî ji ber êrîşên leşkerên dewleta Tirk nikare zêde nêzî sînor bibe. Li taxa Hilêliyê ji sînor 300-350 m dûr pezê xwe diçêrîne. Seyît Elî tekildarî êrîşên leşkerên dewleta Tirk ên ser sînor, ev tişt anî ziman: “Beriya salekê şivanek bi guleyên leşkerên dewleta Tirk hat qetilkirin. Em nikarin nêzî sînor bibin, guleyan bi ser me de direşînin. Em bi tirs û xof pez diçêrînin. Giyayê paqij ango yên bê strî li derdora sînor hene. ji ber wê sedemê gelek caran pezê me diçe ber sînor. Lê mixabin ji bo ez pezê xwe vegerînim, nikarim nêzî sînor bibim, ditirsim.”

‘Leşkerên Tirk lawê min ê 14 salî qetil kir’

Lawê Seyît Elî, Kawa Seyît di temene 14 salî de, di sala 2010’an de li ser sînor hat qetilkirin. Têkildarî qetilkirina lawê xwe Seyît Elî ev tişt got: “Lawê min hîn 14 salî bû, nêzî sînor bi birayê xwe re dilîstin û ew qetil kirin. Wijdana wan tune ye. Gelo çek di destê lawê min de hebû? Her tim leşkerên dewleta Tirk sivîlên li ser sînor dikin hedef. Şivanên ku di destê wan de tu çek tune ye, guleyan bi ser wan de direşînin. Ev der axa me ye. Çi bikin, çi nekin em ji axa xwe dernakevin.”

‘Hebûn, dîrok û jiyana me erda me ye’

Yek ji malbatên taxa Hilêliyê ku di navbera mala wan û sînor de nêzî 400 m heye, Ferhan Şêxmus Xelef ku 65 salî ye, têkildarî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev tişt anî ziman: “Rojana leşkerên dewleta Tirk ji bo ku em ji malên xwe derkevin û koçber bibin, guleyan bi ser me de direşînin. Em li ser erda xwe ne. Dewleta Tirk a dagirker her çi qas êrîş jî bikin em erda xwe bernadin. Hebûn, dîrok û jiyana me erda me ye. Heger em mirin jî li ser axa xwe bimirin. Çi mafê dewleta Tirk tune ye ku êrîşî herêmên rizgarkirî dike. Em ji vîna xwe bawer in û ji êrîşên dewleta Tirk natirsin. Erda xwe naxin destê neyaran.”

‘Leşkerên dewleta Tirk sivîlên ser sînor dikin hedef’

Mehmûd Hisen Ehmed ê 36 salî, li fabrîqeya kerpîçan a li taxa Hilêliyê ku ji sînor 200 m dûr e, kar dike. Mehmûd Hisen diyar kir ku guleyên leşkerên dewleta Tirk ji bo tirsandina gel in û ev tişt anî ziman: “Leşkerên dewleta Tirk a dagirker ji bo ku gel bitirse û malên xwe berdin, rojane guleyan direşînin. Hemû hewldanên wan vala ne, ji ber ku em ji axa xwe dernakevin. Beriya demekê dema ku min xanî çêdikir, leşkerên dewleta Tirk gule bi ser min û birayê min de reşandin. Astengiyan ji karê me re derdixin. Armanca wan ew e ku gelê Kurd di çar parçeyên Kurdistanê de tune bibe. Kurdistan parçe kirin û niha jî dixwazin me tune bikin. Vîna me tu carî nahêle armanca wan pêk were. Ev kesên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin, hûn çima mafên Kurdan nabînin? Ew qas êrîş hene li ser me, çima yek dewlet li hember wan êrîşan nasekine. Berjewendiyên dewletan dibin sedema herikandina xwîna zêde.”

ANHA