Ji MSD‘ê daxuyaniya sala nû

MSD‘ê bi boneya sala nû ya mîladê gelê xiristiyan û tevahî gelên cîhanê pîroz kir û banga xurtkirina hevgirtinê li gelê Sûriyeyê kir.

Ji MSD‘ê daxuyaniya sala nû
29 kanûn, 2018   20:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji bo sala nû daxuyaniyek nivîsk weşand û hêvî kir sala nû bibe sala azadî û aştiyê.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi munasebeta sala nû ya mîladê em cîhana Xiristiyan û hemû gelên cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku her kes di nava aramî û aştiyê de be. Her wiha hêvî dikin ku trajîdiya ku gelên bindest têde dijîn bi dawî bibe û Sûriya ji aloziyê derkeve û aramî û demokratîk pêk were.

Wekî gelê Sûriyê sala 2017‘an di ser me de wekî saleke zehmet derbas bû, guhertinên siyasî rû dan û rêbazên çareseriya leşkerî û siyasî asteng bûn. Her wiha di vê salê de hin herêmên nû yên Sûriyeyê di nav de Efrîn hatin ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hatin dagirkirin. Bi destpêka sala nû re hewl dide ku herêmên din jî dagir bike û xêrûbêra welatê me talan bikin.

Her wiha hêzên me serkeftinên mezin li dijî terorê bi destxisitin û ew di bêrîka wê ya dawî de xistine çemberê, hindek maye ku bi dawî bibe.

Wekê Meclisa Sûriyeya Demokratîk xebatên me yên peydakirina jiyanneke bi rûmet ji bo welatiyên Sûriyê li herêmên rizgarkirî berdewam in. Di avakirina rêveberî û meclisên herêmî em bi şêniyan re bûne alîkar da ku aramî  pêk were. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî me gelek diyalog pêk anîn û hê jî didomînin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku ji bilî diyalogan çareserî ne pêkan e. Me Minbic û sînorê Sûriyê ji gefên Tirkiyê û çeteyên wê ku xwe ji bo êrîşên li dijî herêmên me kom kirine bi ewle kir û me banga li Artêşa Sûriyeyê kir ku berpirsyartiya xwe pêk bînin û beşdarî parastina welat ji gefan bibe.

Bi vê munasebetê em Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku serkeftinên mezin li hemberî rêxistina DAIŞ a terorîst bi dest xistin û bi hezaran sivîl ji bencên terorê rizgar kirin, silav dikin. Em bang li dewletên mudaxeleyên karûbarên Sûriyeyê dikin ku bi awayekî cidî bixebite û dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyeyê bi dawî bike. Her wiha ji bo guhertinên radîkal û bidawîkirina siyaseta desthilatdar û biçûkxistinê bixebite.

Em bang li hemû Sûriyan dike ku ji bo pêşerojeke xweş û derbaskirina azaran hevgirtina xwe xurt bikin. Careke din hêvî dikin ku sala nû bibe sala çareseriya siyasî û aloziya Sûriyeyê.

Em malbatên şehîdan, bi taybet dayikên ku lehengên fedekar ava kirin silav dikin, zarên wan bûne mişeleya serkeftin û fedekariyê.

Bijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk

Şehîd namirin"

ANHA