Li Minbicê jî çalakiyên konvedanê

Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo di çalakiya konvedanê de ya ku Meclisa Ciwanên Minbicê bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê orgenîze kirine got: "Em rawabûna parastina vî welatî ji xwîna şehîdên xwe digirin."

Li Minbicê jî çalakiyên konvedanê
Li Minbicê jî çalakiyên konvedanê
Li Minbicê jî çalakiyên konvedanê
Li Minbicê jî çalakiyên konvedanê
Li Minbicê jî çalakiyên konvedanê
Li Minbicê jî çalakiyên konvedanê
Li Minbicê jî çalakiyên konvedanê
Li Minbicê jî çalakiyên konvedanê
Li Minbicê jî çalakiyên konvedanê
29 kanûn, 2018   19:37

MINBIC

Meclisa Ciwanên Minbicê bi dirûşmeya 'Bi giyana ciwanên şoreşger serî hildin, şerê dagirkeriya Tirk bikin û wê hilweşînin' çalakiya konvedanê li gundê Ereb Hesen ê 20 km dikeve bakur-rojavayê bajarê Minbicê orgenîze kir.

Çalakiya konvedanê bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Meclisa Ciwanan hevserokê meclisê Selah Cuma axivî û destnîşan kir ku ew bi armanca şermezarkirina  gefên Tirkiyê çalakî orgenîze kirine. Selah diyar kir ku konê çalakiyê konê biratiya gelan e û ew wekî ciwan dagirkeriyê red dikin.

Paşê bi navê Rêveberiya Sivîl hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo axivî. Şêxo teqez kir ku ew gefên Tirkiyê qebûl nakin û biryara wan li hember wan gefan berxwedan e û wiha pê de çû: "Em rawabûna parastina welatê xwe ji xwîna şehîdan digirin da ku em ewlehî û aramiya wî biparêzin."

Ji aliyê xwe ve bi navê Meclisa Jin endamê meclisê Şîraz Xoco destnîşan kir ku hebûna şêniyan di bin konê çalakiyê de bersîva gefên Tirkiyê ye.

Her wiha hevserokê Komîteya Şaredariyê Ebdulcelîl Ibrahîm axivî û teqez kir ku şaredarî di pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê de berdewam e û dê tu gef rê li ber bicihanîna erkên xwe nebin bend.

Piştî bidawîbûna axaftinan senevîzyonek girêdayî çalakiyên ciwanan ên bi armanca şermezarkirina gefê Tirkiyê de hate pêşandan. Di dawiya senevîzyonê de çalakvanan dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina dagirkeriyê li ser xaka Sûriyê berz kirin.

Çalakiya  roja yekemîn a konvedanê bi axaftina nûnera MSD'ê ya Washington Sînem Mihemed bi dawî bû. Sînem di axaftina xwe de berxwedana gelê Minbicê li dijî dagirkeriya Tirk silav kir û pêvajoya ku Minbic bi saya berxwedana zarên xwe derbasî dîrokê bûye destnîşan kir û got: "Bajarê ku teror û tartiyê red kir wê çawa dagirkeriyê qebûl bike.  Tirkiyê bi armanca têkbirina pergala demokratîk a ku bi saya xwîna ciwan û keçên hemû pêkhateyan hatiye bi destxistin, gefa êrîşan li herêmê dixwe."

Tê payîn ku çalakiya konvedanê 3 rojan bidome.

(şx)

ANHA