Ciwanên Girê Spî bi meşeke bi mişeleyan dagirkeriya Tirkiyê red kirin

Bi sedan ciwanên kantona Girê Spî bi meşeke bi mişeleyan gefên Tirkiyê yên li ser hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin ew ê li hemberî gefên êrîşan bisekinin.

Ciwanên Girê Spî bi meşeke bi mişeleyan dagirkeriya Tirkiyê red kirin
Ciwanên Girê Spî bi meşeke bi mişeleyan dagirkeriya Tirkiyê red kirin
Ciwanên Girê Spî bi meşeke bi mişeleyan dagirkeriya Tirkiyê red kirin
29 kanûn, 2018   19:29

GIRÊ SPÎ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke bi mişleyan li dar xist.

Bi sedan ciwan û şêniyên kantonê beşdarî meşê bûn. Meş ji çerxerêya Nexweşxaneyê ya navenda bajêr dest pê kir û li nav kolanên bajêr geriya.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Rizgarkirina Efrînê rizgarkirina Sûriyê ji teror û dagirkeriya Tirkiyê ye, ciwanên têkoşer û rêxistinkirî dê komployên navdewletî têk bibin û rêbertî azad bikin" hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên silavkirina berxwedanê dihatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Şaredariyê ya bakurê bajêr veguherî mîtîngê .

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Îsmaîl El-Xidir axivî û got: "Wekî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dagirkirinê li herêmên xwe qebûl nakin, ciwanên herêmê dê li hemberî êrîşên Tirkiyê bibin mertal."

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA