Çeteyên girêdayî Tirkiyê êrîşî hêzên rejîmê kir

Komên çete yên girêdayî Tirkiyê, lihevhatina `herêmên bêşer` binpê kir û êrîşî hêzên rejîmê yên gundewarên bakurê Hemayê kir.

Çeteyên girêdayî Tirkiyê êrîşî hêzên rejîmê kir
29 kanûn, 2018   10:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya rejîma Sûriyê diyar kir yekîneyên artêşa Sûriyê ji bo parastina bajarokên ewle yên gundewarên bakurê Hemayê, bersiva binpêkirinên komên terorîst daye.

Ajansê da zanîn ku koma bi navê Elîza li derdora gundê Elzekat hevpeymana agirbestê binpê kir û hêzên artêşê jî ji baregehên li gundê Şelyût bersiv da. Li gorî ajansê komên terorîst ji gundê Letamna bi awayekî bêserûber gule berdane baregehên artêşa Sûriyê, artêşê jî bi hewan û guleyan bersiv daye.”