Şervanên QSD`ê li bakurê rojhilatê Hecînê baregeheke moşekên katyûşa dît

Şervanên QSD`ê dema ku li bakurê rojhilatê Hecînê herêm paqij dikirin, baregeheke çeteyên DAIŞ`ê ku gelek moşekên katyûşa yên ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn çêkirin, dît.

Şervanên QSD`ê li bakurê rojhilatê Hecînê baregeheke moşekên katyûşa dît
Şervanên QSD`ê li bakurê rojhilatê Hecînê baregeheke moşekên katyûşa dît
29 kanûn, 2018   09:39

DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê çalakiyên berfireh ji bo paqijkirina eniyên Hecînê ku di demên dawîn de hatine rizgarkirin, didomîne.

Çavkaniyên leşkerî ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku di çalakiyên paqijkirinê de li eniya bakurê rojhilatê Hecînê şervanan baregeheke cebilxaneyê ku tê de miqdareke mezin ji moşekên katyûşa hebûn, dît.

(bx)

ANHA