Îranê şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişandin

Sefîrê Îranê yê li Iraqê Mescîdî ragihand ku wan şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişandin.

Îranê şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişandin
29 kanûn, 2018   08:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Sefîrê Îranê yê li Bexdayê Îric Mescidî got Komara Îslamî ya Îranê, dema ku li Iraqê DAIŞ ber bi dawiyê ve çû, şêwirmendên xwe ji Iraqê vekişandin.

Li gorî ajansa ÎSNA’yê, Îric Mescidî got li gel ku çeteyên DAIŞ’ê bi bin ketin, lê dîsa DYA’yê parastina hêzên xwe li herêmê berdewam kir, li şûna ku bidawîbûna erka xwe ragihîne, li hinek cihan baregehên xwe xurt kirin û hinek jî ava kirin.

Sefîrê Îranê Mescidî der barê vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê de wiha got: "Divê vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê di çaroçoveya siyaseta stratejîk a Washingtonê li herêmê de were nirxandin." 

Mescidî di berdewama axaftina xwe de got hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyê gelek zirar hem di aliyê madî hem jî yê leşkerî de gihand Washingtonê.

Fermandarê berê yê Feyleq El-Quds ê girêdayî El-Heres El-Sewrî El-Îranê Mescidî, li dijî hebûn û xurtkirina baregehên DYA’yê li Iraqê derket.

 (bx)